'Bila her kes guh bide daxwazên wan'

Yekîtiya Zindanan a Marmarayê ku rewşa berxwedêrên greva birçîbûnê ji nêz ve dişopîne, li dijî zext û binpêkirina mafên mirovan hewl dide dengê çalakgerên greva birçîbûnê bide bihîstin.

Yekîtiya Zindanên Marmaraye ku binpêkirina mafên mirovan dişopîne, hewl dide balê bikişîne ser grevên birçîbûnê. 

Ji Yekîtiya Zindanên Marmarayê Bîlal Başût ku tevî xizmên girtiyan mijar xist rojeva gelek platforman, qala rewşa dawî ya li girtîgehan û mercên berxwedêrên greva birçîbûnê kir. Başût diyar kir, heta doh li girtîgehên Herêma Marmarayê 100 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne û ew jî bi xizmên wan re timî di pêwendiyê de ne.

KONTROLA WAN A TENDURISTIYÊ BI RÊK Û PÊK NAYÊ KIRIN

Başût anî ziman, greva birçîbûnê ya niha naşibe ya sala 2012'an û got, "Sala 2012'an di grevên birçîbûnê de kontrola tenduristiyê ya çalakgeran timî dihate kirin. Lê niha mirov nikare bêje ku heman tişt tê kirin. Agahî ji me re tê ku nîşan didin, li gelek girtîgehan kontrola tenduristiyê nehatiye kirin."

Başût bi bîr xist, li girtîgehên Tirkiyeyê bi giştî 301 girtî di greva birçîbûnê de ne û wiha dewam kir: "Daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê ew daxwazin ku em jî qebûl dikin. Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe, bi taybetî tecrîda giran a li Îmraliyê. Ji ber vê yekê, ji bo dengê berxwedêrên li zindana bilind bikin, em têkoşin."

CEZA Û ÊŞKENCE

Başût bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan li girtîgehên li Herêma Marmarayê û anî ziman, li Girtîgeha Tîpa F Hejmar 2 a Bandirmayê, tevî cezayê ragihandin û hevdîtina bi malbatan re, cezayê dîsîplînê li girtiyan hatiye birîn. Başût got, "Li gorî agahiyên bihiştine ber destê me, ev ceza bêdem in" û diyar kir li Girtîgehên Tîpa F a Edîrneyê, Gebze, Kandira û Duzceyê li gel gefxwarinê, her wiha êşkence li girtiyan tê kirin û vîtamîna B1 ji girtiyan re nayê dayin, kontrola wan a tenduristiyê nayê kirin.

PÊWÎSTE TÊKOŞÎNA LI DERVE XURTIR BIBE

Bîlal Başût anî ziman ku ji bo bicihhatina daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê divê li derve têkoşîneke xurtir bê kirin û got, "Belê, em zanin ku di nava şertên faşîzmê de her sal ji sala beriya xwe girantir e. Meşa wekîlên HDP'yî ya li Taksîmê jî tecrîd kirin. Wezîrê Karên Hundir beriya meşê gef xwar. Tevî vê yekê, ji bo tiştek bi hevalên me yên di greva birçîbûnê de ne neyê û daxwazên wan ên însanî bi cih werin anîn, em ê hewl bidin li derve bibin dengê wan."