‘Bila dadger û dozger îstîfa bikin, leşker bêne girtin’
‘Bila dadger û dozger îstîfa bikin, leşker bêne girtin’
‘Bila dadger û dozger îstîfa bikin, leşker bêne girtin’
Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH), berdana 8 leşkerên ku 2 sal berê destdirêjî zaroka 14 salî E.A. kiribûn şermezak kirin û xwestin çawişên pispor ên serbest hatin berdan dîsa bên girtin. Aktîvîstên DOKH xwestin dozger û dadgerên biryara berdana 8 leşkeran dan îstifa bikin û leşker hesab bidin.
Hevparên Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH) yên Edeneyê berdana 4 jê cawîşê pispor 8 leşkerên ku 2 sal berê li Çewlikê destdirêjî zaroka bi navê E.A. ya 14 salî ku niha 16 saliye kiribûn, bi meşekê şermezar kirin. Hevparên DOKH'ê ji avahiya BDP'ê heta Edliyeya Edeneyê meşek pêk anîn. Di meşa jinan de Endamê MYK'ê yê BDP'ê Ferhat Tarhan, endamên Meclisa BDP'e Îbrahim Yakut, Endama Meclisa Jinê ya BDP'ê Aynur Aşan, Hevserokê BDP'ê yê Edeneyê Ugur Bayrak, Seroka TUHADER'ê Saniye Seçkin, nûnerên KURDÎ-DER, MEYADER, Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, YDG-H jî di navde gelek kes amade bûn.
Înîsiyatifa Daiykên Aştiyê pankarta "Destdirêjî komkujî ye, li hemberî komkujiyê bêdeng nemîne" vekir û dowîzên "Zarokên xwe li cihê ku fermandar negêjinê veşêrin", "Em dad dixwazin", "Tacize, destdirêjiyê û şer naxwazin", "Destê xwe yê qirêj ji axa me bikişînin", "Li dijî çanda tacîz û destdirêjiyê dengê xwe bilind bikin", "Ji N.Ç'ê heta E.A'yê li hemberî destdirêjiya dewletê bêdeng nemîne." rakirin. Girseyê di meşê de bê navber siloganên "Dewleta tecawizkar ji Kurdistanê bicehime", "Artêşa Tecawiskar ji Kurdistanê biceheme" û "Bila leşkerên tecawizkar bên darizandin" qîr kirin.
Li ser navê aktivîstên DOKH'ê Rêvebera BDP'a Bajar a Edeneyê Aysel Turkmen diyar kir ku, dewlet bi kişandin û destdirêjiya li dijî jinê şerê taybet dimeşîne û diwaze bi vî rengî civakê perçe bike. Turkmen bal kişand ser mînakên girtîgeha Pozanti, Şakran û Sêrtê û destnîşan kir ku, dixwaze berî her tiştî sincê civakê xirab bike û bi perçekirin û rizandinê koletiyê bi dest bixe. Turkmen komkujiya Roboskî û Parîsê jî bibîr xist û anî ziman ku, li aliyekî komkujî û li aliyê din destdirêjiyê berdewam dike û dê li hemberî vêyekê bêdeng nemînin.