Bi zorê mudaxeleyî Mustafa Koçak kirin

Li Girtîgeha Hejmara 2 a Tîpa T a Şakranê Mustafa Koçak ê ku bi daxwaza darezandineke bi adil, tê girtin, 255 roj e di rojiya mirinê de ye bi darê zorê mudaxeleyî wî kirin.

Mustefa Çolak ê 28 salî ku li ser îfadeyên tevlîhev ên îtirafkarekî ku cezayê muebetê lê hate birîn, ji bo darezandineke bi adil dest bi greva birçîbûnê kiribû û di roja 90’ê û şûn de çalakî veguherand rojiya mirinê. Hate ragihandin ku di roja 255’an a çalakiyê de bi darê zorê mudaxeleyî wî hatiye kirin.

Xwişka wî Mîne Koçak a ku agahî da ANF’ê da diyar kirin ku birayê wê yê ku li Girtîgeha Hejmara 2 a Tipa T a Şakranê girtî, ji derveyî xwesteka wî bi zorê birine nexweşxaneya ku di kampusa girtigehê de razandine û bi zorê serûm xistine laşê wî.

DEMA LI SER HIŞÊ XWE BÛ MUDAXELE KIRIN

Koçak diyar kir ku ruxmê birayê wê li ser hişê xwe bû bi zorê mudaxele hat kirin û ev got; “Îro bi ser qawuşa wî de girtin û bi zorê birin nexweşxaneya ku di kampusa girtîgehê de. Seroma ku xistibûn destê wî derxist. Niha em nizanin ka di çi rewşê de ye. Parêzer çûn girtîgehê em jî niha ketin rê.”