‘Bi zextan dixwazin siyasetmedarên jin bitirsînin’

KCDK-E a operasyonên qirkirina siyasî ya li Amedê şermezar kirin got: “Bi vekirî dîktator, faşîst Erdgoan, li pêşberî têkoşîna jinê ya bilind dibe bê care maye, serî li êrîş û polîtîkayên çewisandinê daye û dixwaze tolê hilîne.”

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E a duxuyaniyek nivîskî da got: “Li Amedê rêveberên TJA û Komeleya Jinê ya Rosa jî di nav de gelek jin ji aliyê dewleta Tirk a dagirker faşîst û qirker ve hatin destgîrkirin.

Rejîma faşîst a dîktato a AKP/MHP’ê û Erdogan ê li ser vê erdnîgariyê êdî tiştek nabîde ku xwe pê bigire, ji bo desthilata xwe li ser piyan bigire bi awayekî bê exlaqî êrîşî rêxistinên jinan dike.

Faşîzma AKP/MHP’ê ya ku nikare têkoşîna azadiya jinê, bi darbeyê dixwaze encam bigire. Ti zext nikare têkoşîna azadiya jinê rawestîne. Jinên pêşengên berxwedanê ti hêz nikare pêşiya berxwedana wan a ji bo têkbirina faşîzma Erdogan bide sekinandin.

Bi oprasyonên qirkirina siyasî avêtin ser gelek malên siyasetmedarên jin ên Kurd ew destgîrkirin. Di destgîrkirinên bê ku hincetek bê nîşandan, ji bo siyasetmedaran bitirsînin, pêşiya berxwedana jinê ya bilind dibe girtine. Di derbarê hinek siyasetmedaran de ji ber pirsgirêkên cuda agahî nayê girtin.

Bi vekirî dîktator faşîst Erdgoan, li pêşberî têkoşîna jinê ya bilind dibe, bê care maye, serî li êrîş û polîtîkayên çewisandinê daye û dixwaze tolê hilîne.

Gelê me baş dizane yên jin û zarokan tecawîz dikin, qetil dike, teşwîq dike desthilat û faşîzma AKP/MHP a faşîst e.

Em KCDK-E vê êrîşa tirsonek şermezar dikin. Çawa ku têkoşîna jinê li Rojava dawiya çeteyên hov anî, li ser erdnîgariya Tirkiye û Kurdistanê jî wê dawiya Erdogan ê dîktator û hevkarên wê yên dijminên jinan bîne.

Bang li gelê xwe dikin ku divê nerazîbûnên xwe bi çalakiyan nîşan bidin, li her cihê lê ye, li dijî Erdogan ê dijminê jinê tehşîr bike.”