Bi tevlîbûna 10 hezaran Mîhrîcana Koxê bi dawî bû

Bi tevlîbûna 10 hezaran Mîhrîcana Koxê bi dawî bû

10'emîn Mîhrîcana Lukteya Kox ya ji aliyê Şaredariya Gimgimê ve hat li darxistin bi tevlîbûna 10 hezaran bi dawî bû. Parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk diyar kir ku aştiyêk bi rûmet ji Erdoganê serdest û ji AKP'a desthilatdar hêvî nakin.

10'emîn Mîhrîcana Lukteya Kox ya ji aliyê Şaredariya Gimgimê ve hat li darxistin bi tevlîbûna 10 hezaran li qada newrozê bi konserê bi dawî bû. Bi 10 hezaran welatî, Parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk, Şaredarê Kopê Ziya Akkaya, Şaredara Giggimê Gulşen Çelebî, rêveberên BDP'ê, endamên rêxistinên civakî tevli mîhrîcanê bûn. Li ser dikê û derdora qada mîhrîcanê; pankarta "Em 1'emîn salvegera şoreşa Rojava silav dikin" û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, kadroyên pêşeng yê PKK'ê Sakîne Cansiz, Mahsum Korkmaz û Rustem Cûdî, Kadîr Çelîk, Xebat Derîk û alên KCK, PKK û YPG hatin xebilandin. Di mîhrîcanê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Ciwan Fedaiyên Apo ne", "Bê serok jiyan na be" û "Bijî berxwedana Rojava" hatin berz kirin.

Parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk di mîhrîcanê de balkişand ser hevdîtinên îmraliyê û wiha got: "Hevdîtinê bi birêz Abdullah Ocalan re tê kirin hevdîtinên dîrokî ne. Cara yekemîne ku pergala desthilatdar ya tirk bi rêberê serhildana kurd re rûnişt û dahatûyê diaxivin. Heta roja îroyîn ji Seyît Riza hata Şex Seîd, ji Alî Şêr heta Şex Ubeydullah hemû Rêberên kurdan an hatin kuştin an jî hatin daliqandin. Ger ji destê wan bihata dê di kanûna 2012'an de Serokê Gelê Kurd bi daliqandana û wê destnedayîna parlenemterên BDP'ê rakirana û hemû daliqandana. Nekaribûn pêk bînin xwe lewitandin, berxwedana gel xeyalên wan têk bir. Kesên ku ked daye vê berxwedanê destê wan sax be."

Piştî axaftinê Serdar Agirî, Zulkuf Gumgum, Ahmet Aslan û Xemgîn Bîrhat derket ser dikê. Mîhrîcan heta derengiya şevê bi govendan berdewam kir. Bi govendan re dirûşmên "Bîjî Serok Apo", "Bê serok jiyan na be", "Bijî berxwedana YPG", "Bijî berxwedana Rojava" û "PKK gel e gel li vir e" hat berz kirin. 10'emîn Mîhrîcana Lukteya Kox bi konseran bi dawî bû.