Bi tevlêbûna bi hezaran kesan Teslîm Tore hate veşartin

Teslîm Tore yê ku yek ji pêşengê nifşê 68’an bû li Stenbolê hate veşartin.

Pêşengê Nifşê 68'an Teslîm Tore ku bi Denîz Gezmîş û hevalên wî re Artêşa Rizgariya Gel a Tirkiyeyê (THKO) damezrandibû û li Ewropayê jiyana xwe ji dest dabû, li navçeya Uskudar a Stenbolê hat veşartin. Piştî ku vecîbeyên olî yên Tore, li Mala Cemê ya Karacaahmet Sûltanê hatin bicihanîn, ji aliyê bi hezaran kesî ve li Goristana Karacaahmet hat veşartin.

Malbat, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, Serokê Giştî yê ODP’ê Alper Taş, Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Hevserokê Malên Gel Nûrî Gunay jî di nav de bi hezaran kes tevlî merasîma cenezayê Tore bûn. Her wiha gelek komele û saziyan jî ji bo merasîma cenazeyê Tore tacegul şandin. Di merasîme de gelek axaftin hatin kirin û di axaftinan de sozên xwedîderketina li têkoşîna Tore hatin dayîn.

Piştî axaftinan beşdaran cenazeyê Tore bi meşê birin Goristana Karacaahmetê. Di dema veşartinê de beşdaran dûrişmeyan berz kir û helbestên enternasyonal xwendin.