‘Bi teqez em ê 1’ê Gulanê pîroz bikin’

Partî û rêxistinan bal kişandin ku divê teqez 1’ê Gulanê bê pîrozkirin, daxwaz kir ku her derê bikin qadên pîrozbahiyê.

Partiyên siyasî, rêxistin û komele, yekîtiya karker û kedkaran, têkildarî Roja Têkoşîn û Piştevaniyê 1’ê Gulanê peyamên nivîskî dan. Di peyaman e daxwaz hate kirin ku bi rêbazên cihê divê 1’ê Gulanê bi teqez bê pîrozkirin.

ESP: Di şertên pandemiyê de li dijî her cûre qedexekariyê cihê kar, kolan, qadan vegerin girev, boykot û berxwedan û 1’ê Gulanê pîroz bikin.

ENIYA ŞOREŞGER: Em ê 1’ê Gulanê ku li dijî sîstemê weke roja hêrs û têkoşînê ye pîroz bikin. Bi rêbaz û mercên afrêner li her kolanê, her mal û qadê li ser şaneşînan 1’ê Gulanê hêrsa xwe bidin nîşandan.

KARKERÊN KOÇBER: Di 1’ê Gulanê de, em pankart, dowîz, al û flamayên xwe li ser şibakeyên mal, cihên kar û şaneşînan hildin. Dîsa li ser medyaya dijîtal hemû daxwazên xwe û pîrozbahiyê parve bikin. Li cihên kar, kolan, tax navbera civakî li ber çavan bigirin û 1’ê Gulanê pîroz bikin.

ATÎK: Divê her mal, cihê kar, kolan û şaneşîn îsal bibin qadên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê.