Bi şeveke şahiyê piştgiriya Yenî Ozgur Polîtîka hate kirin

Li paytexta Îngîltere Londonê bi şeveke şahiyê piştgiriya rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê hate kirin.

Şahiya şeva piştgiriyê ya bi rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re li Salona Çandê ya Kervan a Londonê hate lidarxistin. Şeva şahiyê ya duh pêk hat nêzî hezar kes tevlî bûn. Şahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê hemû şehîdên azadî û şoreşê dest pê kir. Di şahiyê de Midûrê Karê Nivîsê Ozgur Reçberlîk axivî û bal kişand ser girîngiya nivîsandina rastiyan a vê demê ya li dijî çapemeniya Tirk a derew û ji rêderketî. Reçberlîk got: “ Çapemeniya Kurd a berdêlên bi can jî be dide, bi saya we gelê me yê bi nirx û hêza aborî tevî hemû astengî û zoriyan derbas dikin ji bo vê tim dibin hefa hêzên mêtînger. Weke rojnameyeke ji Kurdistanê dûr, li sirgûnê li Ewropa weşanê dikin, yekane hêza me û dahata me hûn xwendekarên bi nirx in. Divê rojname biçe her malekê.”

PAYLAN: NIKARIN BERXWEDANA ME  BIŞKÎNIN

Parlemeterê HDP’ê Garo Paylan ê tevlî şeva piştgiriyê bû got: “Dixwazin hêviya me bişkînin, em cesaretê ji hev digirin.” Paylan anî ziman ku eger ji bûyerên bi serê HDP’ê hatî ji sedî yek bi serê AKP’ê bihata, AKP xwe li ser lingan nedigirt û wê têk biçûba. Paylan diyar kir ku di ruhê HDP’ê de berxwedan heye. Paylan bal kişand ser gotinên Erdogan ên ji bo hilbijartina herêmî ku ‘Eger bi serkevin em ê qeyûman dîsa wezîfedar bikin’ got; “Em ê ne 103, 200 şaredariyan bi dest bixin, nikarin berxwedana me bişkînin.” Garo Paylan banga xwedîderketina li çapemeniya azad kir.

Şeva piştgiriyê bi derketina ser dikê ya hunermend Denîz Derman, Koma Zelal û Hozan Diyar û gerandina govendê ve bi dawî bû.