Li ser rêya Erdogan pankarta ‘Xêr Nehatî Diktator’
Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ê piştî civîna li Berlînê saetên nîvro berê xwe da Kolnê bi Serokwezîrê eyaleta Bakurê Ren Vestfalya (NRW) Armîn Laschet re li balafirgeha Koln/Boonê civiyan.
Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ê piştî civîna li Berlînê saetên nîvro berê xwe da Kolnê bi Serokwezîrê eyaleta Bakurê Ren Vestfalya (NRW) Armîn Laschet re li balafirgeha Koln/Boonê civiyan.
Erdogan ê çawa li Berlînê li Kolnê jî bi xalîçeya sor hate pêşwazîkirin û şûnde ji bo vekirina mizgefta navenda DÎTÎB’ê ya li semta Ehrenfeldê bike kete ser rê.
Li ser rêya ku Erdogan têre derbas bibe li ser avahiyeke mezin pankarta ku bi tîpên Îngilîzî ‘Erdogan Nat Dictators’ ‘Xêr Nehatî Diktator’ hatibû nivîsîn hatibû daliqandin. Nûçegihanê rojnameya Bîld Metîn Gumen ê li ser hesabê xwe yê civakî wêne parve kir, ragihan ku pankart li avahiyeke pêşberî DÎTÎB’ê ve hatiye daliqandin.
Mizgefta Navenda DÎTÎB’ê ya girêdayî saziya diyanetê y dewleta Tirk ji sal 2017’an û vir ve di xizmetê de ye, ji bo ku Erdogan şov bike ji nû ve bi merasîmekê tê vekirin.