Bi sedan kes ji bo parastina gerîla derket çiyê!

Bi sedan kes ji bo parastina gerîla derket çiyê!

Piştî serê sibê li bejahiya gundê Çemê Eliyê yê navçeya Liceyê operasyona leşkerî dest pê kir, bi sedan welatî di pêşengiya BDP'ê de çûn herêma operasyonê û xwestin leşker dawî li operasyonê bînin. Welatiyên ku serê sibê çûn herêma operasyonê li gel rastî gulebaran leşkeran hatin jî dîsa bedena xwe kirin mertal û çûn herêma operasyonê. Welatiyan xwestin ku leşker çiyayê wan terk bikin û dawî li operasyonan bînin û gotin: "Em êdî naxwazin li ser vê axê mirin û kutinê bibînin. Ji çiyayê me bicehimin derkevin." 

Serê sibehê li çoltarên gundê Çemê Elîkê, Vaşîn yê di navbera navçeyên Lice û Henê yên Amedê û navçeya Dara Henê ya Çewlîkê de dimîne operasyona leşkerî ya berfireh pêk hat. Di operasyona balafir de bi dehan helîkopterên kombra û skorsky û bi sedan tîmên taybet jî tevlî bûn peçvûn qewimî. Li aliyê din gelek welatiyên di nav de rêveberên BDP'ê yên navçeya lice û Amedê jî hene çûn herêma operasyonê. Dema karwanê ku xwe kirin mertalên zindî û çûn herêma operasyonê rastî êrîşa leşkeran a guleyan hatin. Operasyona ku ji serê sibê de dest pê kir di saetên êvarî de bi dawî bû. Pişti welati çûn herêma operasyonê û xwestin operasyon bi dawî bibe leşkerên ku derketibûn qada operasyonê neçar man ku dawî li operasyonê anîn. Welatiyên ku bi meş çûn girê gundê Vaşinê yê 5-6 kîlometre dûrî navçeya Liceyê xwestin leşker dawî li operaksyonê bînin.

Demekê di navbera leşker û welatian re rageşî derket. Komê li hemberî astengiyên leşkeran silolganên "Reya şehid reya me PKK partiye me", "Bijî Serok Apo" û "Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin. Leşkeran di meşê de bang li şeşkeran kirin û gotin ev çiya yên me ne terk bikin. Ev war û erdnigarî yê me ye terk bikin û bertek nîşanî leşkeran dan. Piştî re helîkopter daketin qadê û leşker ji herêmê kom kirin û dawî li operasyonê anîn. Li ser berxwedana gel leşkeran qada operasyonê terk kir û dawî li operasyonê anîn. 

Piştî reveberên BDP'ê bi leşkeran re hevdîtin kirin leşker li helîkopteran suyar bûn û herêm terk kirin. Li herêma poerasyonê Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, diyar kir ku êdî gel operasyonan naxwaze. Piştî leşkeran qada operasyone terk kir girsê bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "PKK gel e, gel li vir e" berz kir. Girseya ku bi meş çûn girê gundê Vaşînê û pişti dawî li operasyonê anî, li gel parlamenterên BDP'e Ayla Akat, Nursel Aydogan, Înîsiyaitfa Dayikên Aştiyê, MEYADER ji di navde çûn gundê Vaşînê û li vir ji aliyê welatiyan ve bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin. Li vir li ser navê girsê Parlamementera BDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan daxuyanî da û wiha got: "Gel êdî operasyonan naxwaze. Dixwaze operasyon bi dawî bibin. Gel li hemberî bombeyên AKP'ê li vir di ber xwe da. Em gelê xwe yê berxwedêr silav dikin. Bila hikûmeta AKP'ê baş zanibe ku ji niha û şûnde li ku operasyon hebe em dê biçin herêma operasyonan. Operasyonên ku ji bo îmhaya PKK'ê li ku pêk bên em dê biçin wir. Bila AKP baş zanibe ku li van çiyayên azad gerîllayên ku ji bo azadiya gel têkoşînê dide heye.

Parlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat jî diyar kir ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 14 salin tecrida giran tê meşandin û wiha got: "Balkêş e ku roja heyeta biçe Îmraliyê tê diyarkirin li herêmê operasyon tên destpêkirin. Ger ku dixwaze bi operasyonan peyamekê bişine ji Birêz Ocalan re Birêz Ocalan 14 salin di nava 4 dîwaran de di ber xwe dide"