ANALÎZ

Bi ruhê 8 Adarê ber bi 16 ê Nîsanê

Referandûma 16 ê Nîsanê 8 ê Adara îsal bêhtir bi mane kiriye û bêhtir jî polîtîze kiriye.

8 ê Adarê roja jinên kedkar yên cîhanê tê. Jinên Kurd ji destpêka adarê ve pîrozbahiyan dayîn destpêkirin. Li her derê li gorî taybetmendiyên wir çalakiyên jinan tên lidarxistin. Çalakiyên 8 ê Adarê yên îsal bi dirûşma: Jiyana azad bi berxwedana jinê re bi ser dikeve, ve tê lidarxistin. Bêguman ev rewş tê maneya: Her cure koletî jî wê bi berxwedana jinê re tine bibe. Em bi baweriya ku dê berxwedana jinê her cure koletiyê tine bike û jiyana azad bi dest bixe, 8 ê Adarê ya hemû jinan pîroz dikin, di têkoşîna azadiyê de serkeftinê dixwazin.

Wek salên borî îsal jî jinên Kurd di çalakiyên pîrozbahiyên 8 ê Adarê de bêhtir li ber çav in û bêhtir xuya dikin. Bêguman di vê rewşê de jinelojî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rê nîşan dide. Dîsa tevgera azad a jinê ya di nav bizava azadiyê ya Kurd de ku xwe bi awayekî pêşeng rêxistin kiriye û çalakiyan li dar dixe vê encamê derdixîne. Jina bi zanyariya azadiyê ve hatî rapêçandin dibe pêşeng û afirînera civakê. Bi hezaran şehîdên bizava azadiya Kurd yên di nav têkoşînê de canê xwe dayîn hene. Berîvan, Bêrîtan, Şîlan, Viyan, Nuda, Arîn û Sara hene. Em tevahiya şehîdên têkoşîna azadiyê ya jinê bi rêzdarî bi bîr tînin. 

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje; kêfxweşiya karê ku jin tev li nebe, nîne. Bi rastî jî, berxwedana azadiyê ya jinê tevahiya tarîtiyên desthilata mêrkanî û ya dewletê ronî dike. Li ku derê jin ji bo azadiya xwe tevli rêxistin û zanyariyê dibin, li wir guherîneke cidî ya civakî pêk tê. Çawa ku faşîzma DAÎŞ ê nûnertiya her cure tarîtî û rûreşiya li dijî jinê dike, riya civaka azad û demokratîk jî berxwedana tolhildanê ya jinê dide nîşan. Li rojavayê Kurdistanê pêşengiya jina azad di avakirina civaka demokratîk de karên fewqalade dike. Li dijî desthilata feodal-burjuwa ya li başûrê Kurdistanê jî zindibûna civakê dîsa ji aliyê jinan ve tê parastin. Li dijî faşîzma AKP-MHP ê jî yekîtiya Kurdistana Azad û Tirkiyeya demokratîk cardin ji aliyê jinan ve tê sazkirin. Jin nûnertiya hebûna civakî, yekîtiyê, azadî û aştiyê dikin. 

Di nav tevgera azadiyê ya jinê de bêguman ya herî zêde balê dikişîne û hêzê diafirîne gerîlatiya jinê ye. Pêşengiya fedaiyane ya di rêxistinbûna PAJK û KJK ê de îfadeya xwe dibîne ji aliyê YJA-STAR, YPJ û YJŞ ê tê kirin. Gerîlatiya jinê ya tirs û sawdariya her cure kevneperestiyê ye, di kesayeta jinê de bi xwe baweriya civakê û hevrêtiya li ser esasên wekheviyê jî derdixe holê. Şer ku yek ji awayê têkoşîna di encama mercên jênerev de ye, ji aliyê jinan ve tê manîdarkirin û dibe rêbaza çareseriyê. Gerîlatiya jinê xewnereşka DAÎŞ ê ya li ser serê gelan bûyî bela ji holê rakir. Her kes bi îbret dimêzîne ku Ewrûpaya qirase jî xwe avêtiye bextê gerîlatiya jinê. Bi awayekî zelal derketiye holê ku jin xwediya hêz û qudreta kiryara li ser esasên civakî ye.

Mirov dikare li ser gelek aliyên ku 8 ê Adarê tîne bîra mirovan bisekine. Lê tevli xwîna me bûye, em bê siyasetnivîsînê nikarin bijîn. Pir vekirî ye ku çalakiyên 8 ê Adarê di nav çalakiyên kampanyaya referandûma 16 ê Nîsanê de derbas dibe. Tê dîtin ku ji herkesî bêtir û helwesta zelal ji aliyê jinên ku kampanya: Jin dibêjin NA dayîn destpêkirin ve bi pêş dikeve. Li her derê çalakiyên 8 ê Adarê vedigere kampanyayên ji faşîzma AKP-MHP ê re NA. Çalakiyên 8 ê Adarê û kampanyayên referandûma 16 ê Nîsanê di nav hevde derbas dibin û jin ruhê 8 ê Adarê bi ser faşzma AKP-MHP ê de dibezin û hewl didin wê di nav sergoya dîrokê de veşêrin.

Referandûma 16 ê Nîsanê 8 ê Adara îsal bêhtir bi mane kiriye û bêhtir jî polîtîze kiriye. Lewre pîrozbahiyên li qadan bi awayekî eşkere vedigere têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP ê û ji faşîzma dijmina jinê hesab tê pirsîn. Ev jî pîrozbahiyên 8 ê Adarê bêhtir li gorî cewhera têkoşeriyê sazkar dike. Tevgera jinê ya di referandûma 16 ê Nîsanê de bi ser ketî, diyar e ku dê di meşa azadiyê de bibe xwediya çepereke girîng. Ji ber ku vêna dibînin û hîs dikin ji herkesî bêhtir jin li dijî faşîzma AKP-MHP ê derdikevin. Ji her kesî bêhtir jin eleqe nîşanê referandûma 16 ê Nîsanê didin. Ji her kesî bêhtir jin kampanyaya NA ya 16 ê Nîsanê bi rê ve dibin. Ji niha ve diyar e ku dê serkeftina azadî û demokrasiyê ya 16 ê Nîsanê wê bibe berhema serkeftinê ya jinan. 

Bêguman ev rewş jî ya têgihiştinê ye. Lewre faşîzma AKP-MHP ê bi polîtîkayên xwe ve ji her kesî bêhtir xesarê digihîne jinan. Ya herî zêde tecawiz, tacîz û komkujiyê li ser jinê dijwar kiriye faşîzma AKP-MHP ê ye. Hema bigir her roj çend jin ji aliyê feraseta mêrkanî ya stemkar ve têne qetilkirin. Ji poîtîkayên çewsandinê û terora AKP-MHP ê herî zêde jin xesarê dibînin. Polîtîkayên qetlîman û tevkujiyê yên faşîzma AKP-MHP ê herî zêde bandora xwe li jinan dike. Bêguman yên herî zêde di bin nîrê sîstema faşîst de têne perçiqan jî jin in. Ji ber van sedeman jî tê gihiştin ku li Tirkiyeyê çima herî zêde jin li dijî faşîzma AKP-MHP ê derdikevin.

Niha jin wek cihê hesabpirsîna ji faşîzma AKP-MHP ê referandûma 16 ê Nîsanê dibînin. Helbet têkoşîna li dijî faşîzmê bi tenê di asta referandûmê de nayê dîtin. Dîsa têkoşîna azadiyê ya jinê bi hilbijartin û referandûmê ve nayête sinorkirin. Têkoşîna jinê ya azadiyê wek têkoşîna li dijî faşîzmê li her derê û herdemî ye. Her wiha bi taybetî jî li Kurdistanê asteke wiha ya têkoşînê hatiye bidestxistin. Dîsa bi mebesta 8 ê Adarê ve li dijî desthilata mêrkanî ya stemkar hesabpirsîneke dijwar li dar e. 

Li gel ku rastiya real wiha ye jî, divê ji aliyê têkoşîna azadî û demokrasiyê ve girîngî bi referandûma 16 ê Nîsanê bê dayîn. Lewre wê di 16 ê Nîsanê de ne tenê guhertina destûra bingehîn û sîstema dewletê, di heman demê de siberoja faşîzma AKP-MHP ê û rêveberiya nû ya Tirkiyeyê jî wê bê hilbijartin. Pir zelal e ku eger di referandûmê de bi ser bikevin, wê êrîşên faşîzma AKP-MHP ê hîn bêhtir zêde bibin. Berevajî wê şansê desthilata faşîzma AKP-MHP ê ya di referandûmê de wenda kirî jî nemîne. Wendakirina referandûma 16 ê Nîsanê wê rûxandina faşîzma AKP-MHP ê jî bide destpêkirin. Hêzên antî faşîst yên di referandûmê de serkeftî wê bikarin faşîzma AKP-MHP ê jî birûxînin. Her wiha wê Tirkiye ji faşîzmê rizgar bibe û rê li pêşiya Tirkiyeya demokratîk jî vebe.  

Vaye referandûma 16 ê Nîsanê ji bo Kurdan û tevahiya gelên li Tirkiyeyê hinde girîng e. Aliyên referandûmê negirîng didin nîşan ango fikra boykotê derdixin pêş di rastiyê de evet-vanên veşartî ne. Hêzên bi dizî alîkariya faşîzma AKP-MHP ê dikin in. Bêguman divê kes bi van gotinên wiha neyê xapandin, girîngi bi referandûma ku dê di 16 ê Nîsanê de siberoja gelên Tirkiyeyê destnîşan bike bê dayîn û ji bo vê jî kampanyaya NA ya li dijî faşîzma AKP-MHP ê bi awayekî emcamgir bê lidarxistin û di sindoqê de jî ev bê nîşandan.  

Diyar e ku jin di vî derbarî de xwediyê bihîstyariyeke bilind û zanîneke kûr in. Ev rewş baweriyeke payebilind dide û şansê hêzên antî faşîst yên di 16 ê Nîsanê de zêdetir dike. Lê ji bo vê jî, bê sekin, bê westan, bê ku bêjin, tiştek nabe, bi xebateke hergavî û bibandor ve bidesxistina serkeftinê pêwist e. Dîsa em bi baweriya ku dê li ser vê esasê bê tevgerîn û xeta azadî û demokrasiyê ya jinê di 16 ê Nîsanê de bi ser bikeve, carekî din 8 ê Adarê roja jinên kedkar yên cîhanê pîroz dikin û serkeftinê dixwazin.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA