Bi roj li çeperê ye bi şev li dirûngehê ye
Bi roj li çeperê ye bi şev li dirûngehê ye
Bi roj li çeperê ye bi şev li dirûngehê ye
Yekta Kobanê ku bi şev li çeperê bi roj jî li dirûngehê ye got, "Em hewl didin bersivê bidin pêwîstiyan. Bi roj em li dirûngehê ne, bi şev jî li çeperan. Banga min li tevahiya ciwanên Kurd bi taybetî jî li ciwanên Kobanê ye: Werim em xaka xwe bi hev re biparêzin."
Berxwedêrên Kobanê ne tenê li eniyê şer dikin. Hem li eniyê hem jî li qadên derveyî eniya şer, her karî dikin. Ji bo bersivê bidin pêwîstiyên gel û şervanan, çi ji destê wan tê hewl didin bikin. Yek ji kesên hem li eniya şer hem jî li qada derveyî eniyê bênavber dixebite, dirûnker Yekta Kobanê ye. Yekta Kobanê, hem kincên şervanên YPG/YPJ'ê hem jî kincên gel didirû.
Yekta Kobanê ku bi şev li çeperê, bi roj jî li dirûngehê ye dibêje, "Dema şerê li Kobanê destpê kir me dirûngeh sekinandin. Lê piştî hefteyekê me dirûngeh careke din vekirin. Me pêwîstiyên hevalan ên kincan û rextan dîtin û biryar dan ku dirûngehê ji nû ve vekin. Belê li Kobanê pevçûnên dijwar qewimîn, lê ev nayê wê wateyê ku Kobanê têk çû. Em jî niha hewl didin bersivê bidin van pêwîstiyan. Bi roj em li dirûngehê ne, bi şev jî li çeperên berxwedanê."
'PÊWÎSTÎ BI KINCÊN KARIBIN DI SERMAYÊ DE MIROVAN GERM BIKE, HEYE'
Yekta Kobanê diyar kir ku ew serê sibehê saet di navbera 9 û 10'an de dest bi kar dikin û got, "Bi giranî em 4-5 kes dixebitin. Lê li gorî rewşê hejmar kêm yan jî zêde dibe. Li gorî pêwîstiyan hejmara me diguhere. Li vir, dikarim bêjim ku pêwîstiya me bi tevahiya teknîka dirûngehê heye. Beriya niha li gelek deverên dirûngeh lê hebûn, teqîn rû dan. Pêwîstiyên me hene. Yanî eger bişkokek hebe jî, pêwîstiya me pê heye. Herî zêde di warê peydakirina qumaş de pirsgirêk derdikevin pêşiya me. Wekî din, ji ber ku zivistan hatiye pêwîstiya hevalan bi kincên karibin di hewa sar de wan biparêze heye."
'WERIN EM BI HEV RE BI SER BIKEVIN'
Yekta Kobanê da xuyakirin ku ji aliyê kincan ve bi qasî ji destê wan tê, ew hewl didin alîkariyê bidin her kesên li ser xaka Kobanê dijîn û ev bang li ciwanên Kurd kir: "Banga min li tevahiya ciwanên Kurd bi taybetî jî li ciwanên Kobanê ye: Werim em xaka xwe bi hev re biparêzin. Rêbertî jî digot, 'Me bi ciwantî destpê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin'. Vaye, werin em bi hev re bi ser bikevin. Werin em dest bidin hev û bi hev re bi ser bikevin."