Bi pêşengiya Desmond Tutu hewldana navneteweyî

Bi pêşengiya Desmond Tutu hewldana navneteweyî

Ji bo li Tirkiyeyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd diyalog ji nû ve dest pê bike, bi desteka Sermetranê malnişî Emeritus Desmond Tutu yê xwediyê xelata Aşitiyê ya Nobelê, Înîsiyatîfa Aşitiyê ya Navneteweyî (IPI) hate sazkirin. Ev sazî ji aliyê gelek kesayetên naskirî ve tê destekkirin û dê roja 3yê berfanberê li paytexta Belçîka Brukselê avabûna xwe rabigihîne û dê ji bo çarseriya pirsgirêka Kurd b anga aşitî û diyalogê bike.

Komek ku ji tevî Desmond Tutu, gelek xwediyên Xelata Aşitiyê ya Nobelê, serokdewlet û serokwezîrên berê yên ji DYA, Ewropa, Asya, Tîmora Rojhilat û Tîbetê pêk tê, bi armanca çareseriya mayinde û aşitiyane ya ji bo pirsgirêka Kurd, banga ji nû ve destpêkirina muzakereyên bi di navbera Tirkiye û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de kir.

Sekretariya IPIyê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku avakirina vê Înîsiyatîfê li rastî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku greva birçîbûnê ya ku ji aliyê zêdetirê 700 girtiyên Kurd ve hatibû destpêkirin, bi dawî kir, hat. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan îşaret bi hevdîtina bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re kir û diyar kir ku banga Ocalan ji bo bidawîkirina greva birçîbûnê ya di girtîgehên Tirkiyeyê de xwedî bandor bû. Ji ber vê jî em bang li aliyan dikin ku ji bo qenciya hemû gelên Tirkiyeyê, şansek din bidin aşitî û demokrasiyê û bi niyeteke baş ji nû ve dest bi hevdîtinan bikin, pêngavên pêwîst biavêjin.”

Hat diyarkirin ku armanca IPIyê ya bi pêşengiya Sermetran Desmond Tutu ew e ku pirsgirêka Kurd bibin rojeva raya giştî ya navneteweyî û bang li aliyan bike ku ji bo çareseriyê ji nû ve dest bi diyalogan bikin. Hat ragihandin ku ev Înîsiyatîf ji bo muzakereyên aşitiyane yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, dê hewl bide ku qîma her du aliyan bi hev bînin û rêzê nîşanî hev bidin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dê çareseriya pirsgirêka Kurd ne tenê Tirkiyeyê aram bike, di heman demê de dê aşitî û aramiyê bîne tevahiya herêmê.

Sekretariya IPI’yê dê roja 3’yê berfanbara 2012, saet di 10.30 de li Navenda Çapemeniyê ya Navneteweyî ya paytexta Belçîka Brukselê civîneke çapemeniyê li dar bixe û ji bo vê civînê banga tevlîbûnê kir.