Bi nameyek bê îmze gef li Ocalan hat xwarin

Çetîn Arkaş ê demekê li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ma û piştre sirgûnî Sîlîvrî hat kirin, nivîsek ji rojnameya Ozgur Gundemê re şand û qala nameyeke bê îmze ya gef li Ocalan dixwar kir.

Di vê dema ku ji ber hewldana darbeyê, fikarên li ser rewşa tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde bûye de, Çetîn Arkaş ê demekê li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê ma, bi nameyekê işaret bi xeteriya li ser Ocalan kir.

Çetîn Arkaş ê li Girtîgeha Tîpa L ya bi hejmara 9. a Sîlîvrî tê girtin got, "Weke mirovekî 9 meh û 10 rojan li Îmraliyê ma, li gorî şahidiya xwe dikarim vê bêjim; li derve çi diqewime yan jî çi tê kirin, li Îmraliyê jî heman tişt diqewime û heman tişt tê kirin."

Arkaş bûyerek di sala 2015'an de li Girtîgeha Îmraliyê qewimî bibîr xist û got, "Wê demê ji Berlînê nameyek ji Rêbertî re hatibû şandin. Bi rastî jî ji Berlînê hatibû şandin, yan jî mohrek bi vî rengî hatibû bikaranîn, ev nediyar e, ji xwe negirîng e. Rêbertî, naveroka nameyê bi me re parve kir. Kesê ku xwe weke 'medyûm' dida nasîn ev tişt nivîsandibû: 'Heta niha min der heqê du kesan de texmîn kir, her du jî bi cih hat. Der heqê te de jî texmîneke min heye. Di sala 2016'an de tuyê bi rêyên xwezayî bimire. Bêyî ku destê dewletê tê hebe, bi rengekî xwezayî tu yê bimire. Erdogan şensekî baş bû, diviyabû te bi kar baniya.' Naveroka nameyê bi vî rengî bû.

Nêrîna Rêbertî û ya me hemûyan ev bû: ev name, nameyeke gefxwarinê ye. Bêguman divê vê agahiyê jî bidim. Ev name bi rengekî 'tesadufî' nikare bigihêje giravê. Nameyên ji Rêbertî re dihatin dayîn, her tim gelekî kêm bûn. Temamiya van jî ji girtîgehan dihatin. Yanî ji derve ti name nedihat dayîn. Li bi vê rêyê nameyek ji Berlînê hat dayîn. Û xwedêgiravî bi şaşîtî. Dema Rêbertî ji rêveberiya girtîgehê pirsî, jê re gotin: 'bi şaşîtî çêbûye, normal em nameyên bi vî rengî nadin'. Hin kes dikarin ji xwe re gelek hincetan bafirînin û bi vê bersiva rêveberiya girtîgehê qanih bibe. Lê belê, ji bo kesên bi sîstema Îmraliyê dizane, ev yek zelal e: Li wê derê sîstemeke welê heye, ku ti tişt bi şaşîtî nabe. Eger tiştek pêk tê, ji ber ku hatiye xwestin, pêk hatiye. Ev mijar eleqeya xwe bi rêveberiya girtîgehê re jî nîne. Di nava sîstema Îmraliyê de her tişt bi biryara navenda her tişt lê tên destnîşankirin, tê kirin."