Bi moşekan êrişî baregeha DYE'yê ya li Bexdayê hate kirin

Baregeha leşkerî ya Amerîkayê ya li balafirgeha Bexdayê ev du roj in dibe hedefa êrişên bi drone û moşekan. Îro serê sibehê jî bi çar moşekan êriş hate kirin.

Çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê ragihandin ku êriş serê sbiehê hatiye kirin.

Li gorî rayedaran, bi çar moşekan êrişî baregeha Vîktorîa ya Amerîkayê ya li balafirgeha navneteweyî ya Bexdayê hatiye kirin.

Hate raighandin ku moşek ji taxa Cîhadî ya nêzî balafirgehê hatine avêtin.

Rayedaran diyar kirin ku moşek ji aliyê sîstema parastina hewayî ya baregehê hatine teqandin.

3'ê Çileyê jî bi 2 droneyan êrişî heman baregehê hatibû kirin.