Bi milyonan azadiya Ocalan dixwazin
Bi milyonan azadiya Ocalan dixwazin
Bi milyonan azadiya Ocalan dixwazin
Li gorî organîzatorên kampanyaya îmzeyan a ku ji bo azadiya Ocalan di qada navneteweyî de hatiye destpêkirin, heta niha ji aliyê nîv milyon saziyên sivîl û şexsiyetan ve hatiye destekkirin. Ji Efrîkaya Başûr heta Amerîkaya Latîn, ji Ewropa heta Awustralyayê bi milyonan mirov derbarê rewşa Ocalan û pirsgirêka Kurd de bûn xwediyên agahiyan.
Înîsiyatîfa Navneteweyî ya ji Ocalan re Azadî- Ji Kurdistanê re aşitî, 14 sal in ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xebatên cûda dimeşîne, herî dawî 6’ê îlona 2012 li Brukselê dest bi kampanyaya îmzeyan a ji Ocalan re Azadî kir. Di nava 5 mehan de nîv milyon kes detekê da vê kampanyayê. Di serî de li Ewropayê, li gelek deverên din ên cîhanê Kurd îmze dan û ji bo berhevkirina îmzeyan jî dixebitin. Înîsiyatîfê bal kişand ku 14 sal bi ser komploya navneteweyî re derbas bû û îşaret bi hevdîtinên bi Ocalan re hatine destpêkirin û diyar kir ku bi vê yekê re girîngiya kampanyayê zêdetir bûye. Înîsiyatîfê bersiv da pirsên ji ANF’ê Maxime Azadî.
Înîsiyatîfê got: “Ev kampanya di pêvajoyê cûda de hate destpêkirin. Weke tê zanîn ku piştî hevdîtinê bi dewletê re, tu pêngav nehatin avêtin, Birêz Ocalan xwe ji 27’ê tîrmeha 2011 ve xwe ji pêvajoyê vekişand. Ji vê dîrokê û vir ve pêvajoyeke din a berfireh a xebatê dest pê kir. Hevdîtinên bi Birêz Ocalan re hatin astengkirin û 34 parêzerên wî hatibûn girtin. Tecîrdek giştî hebû.” Înîsiyatîfê bal kişand ku di vê demê de operasyonên leşkerî û siyasî jî hatin zêdekirin û diyar kir ku ger kêm be jî wana xwest bêdengiya raya giştî ya cîhanê ya li hemberî vê yekê ji holê rakin û pêkanînên ne huqûqî yên li dijî Ocalan tê meşandin û rewşa pirsgirêka Kurd nîşan bidin.
NÎV MILYON KESAYET Û SAZIYÊN SIVÎL DESTEK DAN
Înîsiyatîfê derbarê xebatê de jî ev agahî da: “Di serî de li Efrîkaya Başûr, KHRAG (Koma Çalakiyê ya Mafê Mirovan a Kurd ya Efrîkaya Başûr) bi me re kete têkiliyê û xebatek berfireh da meşandin. Di vê çarçoveyê de me bi gelek sazî û dezgehên navneteweyî yên li serasnerê cîhanê re têkilî danî û wana jî bi awayeke çalak destek dan kampanyayê û tevil bûn.”
Înîsiyatîfê bi bîr xist ku roja 6’ê îlona 2012, bi beşdariya tevî Gerry Adams, Sekreterê Giştî yê ANC Gwede Mantashe, ji wezîrên berê yên Alman Dr. Heiner Geißler, Janet Biehl, Prof. Antonia Negri, Prof. David Graeber, Prof. Immanuel Wallerstein, Serokê Partiya Çep a Ewropayê Pierre Laurent kampanya hate destpêkirin û da zanîn û gelek sazî û dezgehên sivîl piştgirî didinkampanyayê.
DÊ BIGIHE MILYONAN
Înîsiyatîfê da zanîn ku li Tirkiyeyê her kes dikare bi rêyên dijîtal îmzeyan bide û da zanîn ku ew ê ji bo vê yekê gelek kêfxweş bibin.
Her wiha, Înîsiyatîfê derbarê cihên kampanya lê tê meşandin de jî agahî da û diyar kir ku bi awayeke qismî kampanya niha li welatên Amerîkaya Latîn ên weke Venezuela, Perû û Bolîvyayê hatiye destpêkirin û got: “Li Efîrkaya Başûr jî bi hevkariya KHRAG’ê kampanya berdewam dike. Li gelek welatên din ên Ewropayê kampanya bi lez û bez berdewam dike.”
Înîsiyatîfê diyar kir ku dema salek a kampanyayê tije bû,dê kom bibin û vê yekê binirxînin û got: “Ger wiha berdewam bike, em ê bikarin bi milyonan îmze berhev bikin û hedefa me jî ev e.”
5-6 MILYON KES AGAHDAR BÛN
Înîsiyatîfê da zanîn ku kampanya niha ji Vîetnamê bigire heta Filîpînan, ji Endonezyayê heta Awustralyayê, ji Amerîka heta Kanedayê, li Rûsya, Ermenîstan û gelek welatên Rojhilata Nvîn berdewam dike û got ku di vê çarçoveyê de 5-6 milyon kesên li cîhanê derbarê rewşa Ocalan û pirsgirêka Kurd de bûûn xwedî agahî.
Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî bal kişand ser girîngiya kampanyayê û diyar kir ku armanca wan a sereke azadiay Ocalan e û got: “Encama van hevdîtinan çi dibe bila bibe, çareseriya pirsgirêka Kurd jî û serbestberdana Birêz Ocalan meseleya dem e.” Înîsiyatîfê diyar kir ku bi serbestberdana Ocalan re êdî di pirsgirêka Kurd de gav ber bi paş ve nayên avêtin û ji bo vê yekê mînaka Efrîkaya Başûr û Nelson Mandela da.
JI BO OCALAN KAMPANYAYA HUNERÎ
Înîsiyatîfê da zanîn ku kampanya li rastî eleqeyek xurt hatiye û got: “Lê em plandikin ku di vê salê de ji bo kampanyayê çalakiyên nû pêk bînin. Me li gel vê, dest bi kampanyaya ‘ji Ocalan re Huner’ daye destpêkirin. Her kes dikare li ser heman malperê xwe bigihînin vê kampanyayê. Niha motîfên Ocalan/Azadî/Gelê Kurd/Jin digihin me. Em difikirin ku vana li hin cîhan nîşan bidin.
Her wiha diyar kir ku li gelek cihên Ewropayê gelek kesên ku ne Kurd in îmzeyan berhev dikin û got: “Em dixwazin careke din bêjin ka keda ku her kes dide bê çiqas girîng e. Em dixwazin di şexsê heval Fîdan Dogan de Sakîne Cansiz û Leyla Şaylemez bi bîr bînin. Ji ber ku bi taybet Fîdan Dogan ji bo vê kampanyayê li Franseyê xebateke bêhempa meşand.”
Bunun yanısıra tabii ki Avrupa'nın birçok yerinde Kürt olan ve olmayan bir çok kişi imza toplamakta. Şimdiden herkesin verdiği emeğin ne kadar önemli olduğunu bir kez daha belirtmek istiyorum. Fidan Doğan arkadaş şahsında Sakine Cansız ve Leyla Şaylemez'i tekrar anmak da istiyoruz. Çünkü özellikle de Fidan Doğan Fransa'da bu kampanya açısından bire bir muazzam bir çalışma yürütmüştü. Bu vesileyle bizler de gerek Fransa gerekse de Türkiye makamlarını bu katliamın arka planını aydınlatmaya çağırıyoruz çünkü kalıcı barış ve adalet ancak ve ancak hakikat üzerinden gelişebilir.
ÎNÎSIYATÎFA JI OCALAN RE AZADÎ KÎ NE?
Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 15’ê Sibata 1999 di encama komployeke navneteweyî ku hemû huqûqa gerdûnî bin pê kir, hate girtin ûr adestêd ewleta Tirk hate kirin, gelek akademîsyen, kesayetên naskirî û nunerên saziyên sivîl dest bi kampanyayê kirin. Ev hewldan ji bo jiholêrakirina talûkeya îdamê ya li ser Ocalan û azadiya wî bû. Adara 1999’ê Înîsiyatîfa Navneteweyî ya “ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Aşitî” dest bi xebatê kir. Tevî kesayetên weke Mairead Maguire, Adolfo Perez Esquivel û Jose Ramos-Horta yên xwediyên xelata nobelê, ji xwediyên xelata noberê ya wêjeyî Dario Fo Jose Saramago, Danielle Mitterrand û Prof. Noam Chomsky gelek kesayetên xwedî giraniya di warê siyasî û civakî de di Înîsiytîfa ji Ocalan re Azadî de cih girtin.