Bi mehan e ji Celaliyan a girtî agahî nayê standin

Ji Zeynep Celaliyan a ku li Îranê girtiye bi mehan e agahî nayê standin.

Malbat û xizmên Zeynep Celaliyan ku li Îranê bi sedema ku endama Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ye ev 14 sal in  rehîn tê girtin, agahiyê nastînin.

Li gorî Sendîkaya Girtiyên Siyasî Celaliyan sirgûnî Girtîgeha Yezdê kiribûn û ji Gulanê ve ti agahî jê nayê wergirtin. Sendîkayê diyar kir ku rêveberiya Îranê ji bo ku şopê ji ser Celaliyan winda bikin ew birine girtîgeha Yezdê, Kirmanşahê, Urmiyê û dawiyê dîsa birine Girtîgeha Yezdê.

Sendîkayê ragihand rewşa ku Celaliyan tê de ye pir kambax e, hewcehiya wê ya tibî jî nayê bicihanîn.

Celaliyan di nameya xwe ya dawî de gotibû,''Dema ku jinek li azadiyê hişyar bû ti hêz nikare serî lê bitewîne.''