‘Bi krîmînalîzekirina HDP’ê dixwazin ser sûcên xwe bigirin’
Lêgerîna li avahiya HDP’ê ya Kadikoyê piştî 6 saetan bi dawî bû; Hevseroka Navçeyê Gul Demîr hate binçavkirin. Partiyî li ber avahiyê daxuyanî dan.
Lêgerîna li avahiya HDP’ê ya Kadikoyê piştî 6 saetan bi dawî bû; Hevseroka Navçeyê Gul Demîr hate binçavkirin. Partiyî li ber avahiyê daxuyanî dan.
Lêgerîna ku li Avahiya Navçeyê ya Kadikoyê ya Stenbolê berê sibehê dest pê kirî 6 saetan dom kir. Polîsan avahî li bin guhê hev xistin û piştî lêgerînê Hevseroka Navçeyê Gul Demîr binçav kirin. HDP’yî yên li ber avahiyê sekinîn bi çepikan Demîr pêşwazî kirin, Demîr nîşana serkeftinê kir û li wesayita polîsan hate siwarkirin.
Gel dirûşmên, ‘em serê xwe li ber zextê natewînin, heq, hiqûq wê bi HDP’ê re were’ berz kirin.
Li ser navê girseyê Heserokê Bajêr ê Stenbolê Cengîz Çîçek daxuyaniyek da.
‘HETA KU EM BIBIN BI MILYONAN EM Ê TÊBIKOŞIN’
Çîçek diyar kir ku heta niha gelek caran hêzên çekdar ên dewletê çavnebarî li qada demokratîk a siyasetê kirin û hê jî ji ber sedemên ku sedema wan nayê zanîn bi ser avahiyên wan de digirin. Çîçek diyar kir ku ev bi wê daxwazayê ku dixwazin HDP’ê krîmînalîze bikin û wiha domand: ‘’HDP partiyeke siyasî ye, li parlamentoyê temsîla wê heye û mezintirîn partiya sêyem e li vî welatî. Ev nêzîkatiya li HDP’ê nêzîkatiya li rêxistina sûc e lê em baş pê dizanin yên ku vê miemeleyê bi me dikin dixwazin ser sûcê xwe bigirin.’’
Çîçek diyar kir ku bêyî HDP’ê Tirkiye nikare demokratîk bibe û got: ‘’Heke HDP hebe Tirkiyeye demokratîk heye, heke HDP hebe siberojeke ronak heye.’’
Çîçek bi domdarî bal kişande ser binçavkirina hevseroka navçeyê ya HDP’ê ya Kadikoyê Demîr û got, ‘Li hundir li derve em ê hemû polîtîkayên tecrîdê biteqînin û li dijî polîtîkayên faşîzm û zilmê tekoşîna me wê geş bibe û gotina me ya dawî ev e; dibe ku hewl bidin me kêm bikin, lê heta ku em bibin bi deh hezaran, bi sed hezaran, bi milyonan têkoşîna me wê domdar be.’’