Bi hinceta parvekirina li ser ‘Kobanê’ ceza li nivîskar Ekîncî hate birîn

Bi hinceta parvekirina wî ya li ser Kobanê ceza li nivîskar Yavûz Ekîncî hate birîn.

Bi hinceta ku 8 sal berê derbarê Kobanê parvekinek kiriye, derbarê nivîskar Yavûz Ekîncî bi hinceta ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ doz hatibû vekirin. Rûniştina biryarê ya dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 34’emîn a Stenbolê hate kirin.

Parêzer Can Ekîncî diyar kir ku ev dosye, dosyeya azadiya îfadekirinê ye û Serokê Baroya Batmanê Erkan Şenses jî nerazîbûn nîşan da û got “Rojnameya Akîtê, Ekîncî kir û hedef ji ber vê lêpirsîn hate destpêkirin.”

Dadgehê bi îddîaya ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ salek û 6 meh û 22 roj ceza da nivîskar Yavûz Ekîncî û bi hinceta ku Ekîncî ‘wê heman sûcî neke’ ceza taloq kir.