Bi hezaran Kurd li Berlînê bûn dilek
Bi hezaran Kurd li Berlînê bûn dilek
Bi hezaran Kurd li Berlînê bûn dilek
Li paytexta Elmanya Berlînê bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê, meşek bi beşdariya nêzî 10 hezar kesî pêk hat. Di meşa ku nêzî nîvê wê Elman bûn de, banga “Birêz Şansolye hûn dê heta kengî li hemberî Kobanê bê deng bimînin” li Serokwezîra Elman Angela Merkelê hate kirin.
Îro ne tenê Berlînê, du qadên girîng ên Elmanyayê “Potsdamer Platz” û "Alexenderplatz" şahidî ji berxwedana dîrokî ya Kurdan re kirin. Meş li ser rêya di navbera her du qadên ku Meclîsa Federal a Elmanyayê, wezaretên federal û balyozxaneyên welatên biyanî lê ne de, pêk hat. Di meşê de sloganên “Bijî Berxwedana Kobanê” û “Bimire faşîzma DAIŞ’ê” hatin gotin.
Meşa bi pêşengiya çalakgerên greva birçîbûnê ya ku 5 roj in bi armanca balê bikişînin ser êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê û piştgiriya bi berxwedana YPG û YJP’ê re hatiye destpêkirin, pêk hat. Nêzî 10 hezar kes beşdarî meşê bûn.
Girseya gel ku li navenda Berlîna paytexta Elmanyayê kortejeke dirêj a meşê pêk anîn, paknartên bi awayê “Piştgirî bide berxwedana Kobanê”, “Tirkiye çek dide, DAIŞ qetil dike” û “Birêz Şansolye hûn ê heta kengî sê meymûnan bileyizin?” hatin vekirin. Di meşê de dirûşima “Bijî Berxwedan Kobanê” bi Kurdî û Elmanî hate gotin.”
BI HEZARAN KES LI BER WEZARETA DERVE RÛNIŞTIN
Balkêş bû ku ji nêzî nîva girseya pankart, wêne û dovîzên wehşeta çeteyên DAIŞ’ê nîşan didin vekirin, Elman bû. Meşa bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Elmanyayê (NAV-DEM) hate lidarxistin, ji aliyê penaberên Tirkiyeyî û çepên Elman ve hate destekkirin. Her wiha, rêxistin û komeleyên Kurdan ên ji çar parçeyan jî beşdarî meşê bûn.
Piştî korteja meşa bi beşdariya bi hezaran kesî gihişt ber avahiya Wezareta Derve ya Elman, çalakiyeke mezin a rûniştinê li dar xistin û bêdengiya hukûmeta Elman a li hemberî êrîşên li ser Kobanê hate şermezarkirin. Li vê derê, Hevserokê NAV-DEM’ê Yuksel Koç ku bi xwe jî di çalakiya greva birçîbûnê de ye, axaftinek kir.
Koç da zanîn ku yên ku îro li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê bêdeng dimînin, hevkarên komkujiyan in û got: “Em careke din hişyar dikin, hûn dê weke li Şengalê, piştre daxuyanî bidin û bêjin em xemgîn in. Lê ev yek êdî bê wate dimîne. Divê Elmanya û welatên din ên YE’yê bi awayeke lezgîn destekê bide Kobanê."
Polîsên Elman ê ku tedbîrên berfireh girtin, bi tu awayî nehiştin wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KCK’ê bên vekirin. Lê xwepêşandêran alên YPG û PYD’ê hildan. Polîsên Elman mudaxeleyê zarokê ku posterê Ocalan hilgirtibû kirin û ji ber wê rageşî çêbû.
Meşa ku jin û ciwanên Kurd di refên pêş de cih girt li qada "Alexenderplatz" bi dawî bû.