Bi hezaran koçberên Hondurasê li ser rêya DYE'yê ne

Bi hezaran koçberên Hondurasî bi hêviya ku bigihin DYE'yê Şemiyê zor li sînor kirin û ketin Guatemalayê.

Li gorî polîsan bi kêmanî 9 hezaran Hondurasî bi qasî 50 km ketin nav Guatemalayê.

Koma pêşî ya ku ji 3 hezar û 500 kesî pêk dihat li bajarê Vado Hondo ji hêla polîs û leşkeran ve hatin sekinandin.

Koçberan zor li benda polîsan kir. Serwîsa Koçberan a Xwecih ji koçberan nasname û testa covîdê xwest.

Midûrê Giştî yê Koçberiyê ji koçberan xwest ku li welatê xwe vegerin.

Dîaz ji televizyonê re axivî, diyar kir tevdîrên polîsan wê werin zêdekirin û got, ''Wê nikaribin derbas bibin.''

Koçber Înê bi derengiya şevê ji San Pedro Sulayê ku 190 km li bakurê Tegucîgalpa ye bi rê ketibûn. Ev koçber bi hêviya jiyaneke xweştir dixwazin biçin Emerîkayê.

Tê payin piştî ku li nav Guatemala 450 km rê çûn ji deriyê sînor ê Tecûn Umanê hewl bidin ku têkevin Meksîkayê.

2018'an bi hezarna kes hewl dabû ku ji sînorê DYE'yê derbas bibin, Serokê Emerîkayê yê wê demê Donald Trûmp artêş dabû pêşiya wan.