BI DÎMEN

Bi hezaran kes tevlî çalakiya "Ji bo Kurdistanê biherike kolanan" bûn

Li paytexta Îtalya Romayê, bi dirûşma "Ji bo Kurdistanê biherike kolanan" meşek hat lidarxistin. Bi hezaran kesên beşdarî meşê bûn, komkujiyê ji aliyê AKP'ê ve tên kirin şermezar kirin.

Kurdistaniyên li Îtalyayê, li paytext Romayê meşeke girseyî bi dirûşma "Ji bo Kurdistanê biherike kolanan" lidar xistin. Meş ji aliyê Navenda Çanda Kurd a Araratê û Rote Kurdistan ve li meydana Porta Pîa ya li Roma hat lidarxistin û bi hezaran kes tevlî bûn. Nûnerên gelek saziyên civakî yên sivîl jî destek dan çalakiyê. Kurdistanî saet di 14:00 de li meydanê li hev civiyan, dirûşmên "Kujer Erdogan", "Jin jiyan azadî" û "Bijî Serok Apo" qîriyan, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û pankartên bi nivîsa "Kujer Erdogan" hildan.

Di meşa girseyî de komkujiyên ji aliyê desthilatdariya AKP'ê ve li Kurdistanê tên kirin, hatin şermezarkirin. Çapemeniya Îtalyayê jî cihekî berfireh da vê çalakiyê. Meş saet di 18:00 de qediya.

...