Bi hezaran kes li dijî faşîzmê li Dusseldorfê kom dibin

Li Dusseldorfê bi hezaran kes bi slogana “Em rê nadin faşîzmê! Azadi ji bo Abdullah Ocalan û hemû girtiyên polîtîk” tên ba hev.

Li dijî faşîzma AKP-MHP’ê û biryara qedexekirina sembolên Kurd û saziyên demokratîk a Elmanyayê îro li bajarê Dusseldorfê ya Elmanyayê bi beşdariya deh hezaran kesan li Ewrûpayê meşeke mezin tê lidarxistin. Meş bi pêşengiya 43 saziyên Kurd, Tirk, Ermen û Asûr-Siryan û Elmanyayê bi slogana “Em rê nadin faşîzmê! Azadi ji bo Abdullah Ocalan û hemû girtiyên polîtîk” pêk tê. Ji xeynî faşîzma AKP’ê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkutiya li ser girtiyên siyasî jî tê protestokirin.

WÊ JI DU MILAN VE WERE DESTPÊKIRIN

Wê meş ji du milan ve were destpêkirin. Wê milek li pêşiya Parlementoya Eyaletê ya NRW’ê saet di 12.00’an de dest pê bike. Milê din jî wê li pêşiya îstasyona trênê dest pê bike. Wê herdu mil di mîtîngê de bigihêjin hev. Di mîtîngê de wê gelek siyasetmedarên Kurd, Tirk û Elman biaxivin.

KOMÎTEYA AMADEKAR: EM Ê TAWÎZÊ NEDIN

Di meşê de polîsan posterên Ocalan, alayên YPG û YPJ’ê qedexe kirin û gelek kes binçav kir. Komîteya Amadekar diyar kir ku ew ê tawîzan nedin û posterên Ocalan hildin.