Bi hezaran ji bo çareseriyê meşiyan

Bi hezaran ji bo çareseriyê meşiyan

Li Sêrtê bi hezaran welatiyan ji bo çareseriya demokratîk meş pêk anîn. Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, diyar kir ku ger îro gelê kurd li ser piyan be, ji bo azadiyê meşek xurt pêk tîne, dewlet Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan muhatap digire û hevditina dike bi xêra hezaran ciwanên di oxira azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ye.

Rêxistina BDP'ê ya Sêrtê bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, bi boneya piştgiriyê bide pêvajoya çareseriya demokratîk a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daye destpêkirin meş pêk anî. Bi hezaran kesên li ber avahiya BDP'ê ya Sêrtê kom bûn, ji bo tev li sersaxiya endamê HPG'ê yê li herêma Oramarê jiyana xwe ji dest dabû Îbrahîm Daşçi (Koçer Ciya) bibin heta Konê Sersaxiyê yê Taxa Barişê meş pêk anîn. Di meşê de Hevserokê BDP'ê Gultan Kişanak, Parlamentera BDP'ê Nursel Aydogan, Endamên meclisê û rêveberên BDP'ê Şaredarên Sêrt û navçeyên wê, Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, ÎHD, NÇM, TUHAD-DER, MEYADER, keyayên taxan, endamên meclisa giştî ya bajar jî di navde bi hezaran kes bi dowîzên "Heta ku serok azad nebe aşiti şaşitiye", "Baweriya zêde dibe îxanetê", "Di meşa mirovahiyê te du jî gavekê bavêje" û "Şehîdê me rûmeta me ne" vekirin.

Girsê di meşê de li ser rêya Sêrt û Dihê bi girseya li ber Nexweşxaneya Zarok û Jinê re gihiştin hev û meşa xwe berdewam kirin. Girse di meşê de bê navber siloganên "Şehit namirin", "Bijî Serok Apo" berz kir.

Girse li taxa Aştiyê posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mahsum Korkmaz (Agit), Sakine Cansiz û alên PKK, KCK'ê rakirin. Girse li taxa Barişê gihişt hezaran û heta mala Sersaxiyê ya ji bo enamê HPG'ê İbrahim Daşçi (Koçer Ciya) hatiye vekirin meşiyan. Girseya ku bi qasî 4 kîlometreyan meşiyan tev li mewlûda 14 kesên ku di şerê Oremarê de jiyana xwe ji dest dan meşiyan.

Piştî meşê li mala sersaxiyê hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak axaftinek kir û wiha got: "Ger îro gelê kurd li ser piyan be, ji bo azadiyê meşek xurt pêk tîne, dewlet Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan muhatap digire û hevditina dike bi xêra hezaran ciwanên di oxira azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ye." Kişanak, soz da ciwanan ku dê hata dawi têkoşîna azadiyê bimeşînin."