Bi girtîgehên Tîpa S re zext zêdetir dibin

Parlementerê HDP’ê yê Îdirê Habîb Eksîk diyar kir ku bi girtîgehên Tîpa S re tê xwestin girtî bi tenê bimînin, bênasname bibin, beden û hişê wan were dîlgirtin.

Li Tirkiyeyê 3 girtîgehên Tîpa S jî li girtîgehan hate zêdekirin. Li Antalya, Bodrûm û Îdirê girtîgehên Tîpa S hatin avakirin. Li Çarşambaya Samsûnê jî înşaata 2 girtîgehên Tîpa S jî didome.

Parlementerê HDP’ê yê Îdirê Habîb Eksîk derbarê girtîgehên Tîpa S ji ANF’ê re axivî û diyar kir bi girtîgehên Tîpa S re tê xwestin girtî bi tenê bimînin, bênasname bibin, beden û hişê wan were dîlgirtin.  

Eksîk diyar kir bi îzolasyona fîzîkî û civakî re di warê fîzîkî, ruhî û civakî de xisarên mezin li ser mirovan çêdibe û got “Girtiyên di Tîpa S’yê de ligel ku cezayê girtîgehê yê giran an jî cezayê dîsîplînê li wan nehatiye birîn, wan dixin odeyên yekkesî. Bi hinceta ku di odeyên yekkesî de ne rojnameyan nadin girtiyan, destûrê nadin hevdîtina bi malbatê yan jî dema hevdîtinê tê kurtkirin, di dema hejmartinê de dixwazin girtî rabin ser pêyan. Girtiyên ku dixwazin biçin revîrê jî, wan dibin beşa lezgîn derziyekê li wan dixin û wan vedigerînin û piştî sê hefteyan wan dibin revîrê. Dermanên ku hatine dayîn jî piştî 2,3 hefteyan tê dayîn. Destûr nayê dayîn ku girtî tevlî çalakiyên sosyal bibin. Girtî mûxatan nabînin ku pirsgirêkên xwe ragihînin wan.”

Eksîk diyar kir ku di van hucreyan de îzolekirin zêde ye û got “Hogir Batû yê ku ji ber doza Nisêbînê di Girtîgeha Ewlekariya Zêde ya Nimreya 1’an a Amedê de girtî bû, sewqî Girtîgeha Tîpa S a Îdirê hatiye kirin û got di dema sewqê de lêgerîna bi tazîtî li ser Batû hatiye ferzkirin û ji ber ku ew li dijî vî tiştî derketiye ew li erdê kaş kirine. Piştî ku ew xistine hucreya yekkesî jî bi rojan xwarin neda wî. Di heman demê de Serkan Guneş, Rûken Yildiz û Necdet Ayna jî di hucreyên yekkesî de dimînin. Abdullah Ateş ê 70 salî gelek nexweşiyên wî hene lê mixabin nayê tedawîkirin. Me gelek pirsname da û me xwest em xwe bigihînin mûxataban lê mixabin me çareseriyek peyda nekir.”