Bi girseyî serdana şîna gerîla Avînar Merîvan kirin

Ji bo gerîlaya HPG’ê Rozan Vîldan Kizmaz (Avînar Merîvan) a ku 6’ê Nîsana 2018’an li Xakurkê şehîd bû, li Amedê şîn hate danîn. Bi girseyî serdana şînê hate kirin.

Ji bo gerîlaya HPG’ê Rozan Vîldan Kizmaz (Avînar Merîvan) a ku 6’ê Nîsana 2018’an li Xakurkê şehîd bû, li Amedê şîn hate danîn.

Şîn li Mala Şînê ya Bîsmîliyan a li navçeya Peyas hate danîn. MEBYA-DER û MEH TUHAD-FED’ê bi girseyî serdana şînê kirin.

Hevserokê MEBYA-DER’ê Mehmet Emîn Kiliç ji malbatê û gelê Kurd re sersaxî xwest, bal kişand ser êrîşên desthilatdariya AKP-MHP’ê û got: “Divê em destûr nedin ku ew bigihijin armanca xwe ya tunekirina vî gelî. Bila êdî ciwanên me nemirin, rondikên çavên dayikên me nerijin.”