Bi dehhezaran mirov ber bi Taksîmê ve diçin

Bi dehhezaran mirov ber bi Taksîmê ve diçin

Di roja 13. a berxwedana Parka Gezî de jî bo mîtînga ku li ser bangawaziya Piştevaniya Taksîmê tê lidarxistin bi dehhazaran mirov ber bi Taksîmê ve tên.

Ji bo mîtînga ku li ser bangawaziya Piştevaniya Taksîmê tê lidarxistin bi dehhazaran mirov hîn jî ber bi Qada Taksîmê ve tên.  

Ji her beş û temenî mirov ji Gumuşsuye, Tarlabaşi û Şîşlî ve bi dirûşmayên “Hukûmet îstîfa”, “Her cih Taksîm her cih berxwedan”, “Taksîm a me ye Stenbol a me ye” dikevin Qada Taksîmê.  

Tê payîn bi sedhazaran mirov beşdarî mîtîngê  bibin.

Di mîtîngê de di nav de Parlamenterê Stenbolê yê BDP’ê Sirri Sureyya Onder, Parlamenterê Mersînê yê BDP’ê Ertugrul Kurkçu, Serokê Giştî yê DÎSK’ê Kanî Beko û Serokê Giştî yê KESK’ê Lamî Ozgen ku hene gelek nûnerên sendîka, rêxistinên pîşeyê û partiyên siyasî hene. 

Li qadê flamayên  BDP, ESP, EMEP, Kaldiraç, BDSP jî di nav de yên partî û rêxistinên li qadê hatin vekirin. Hatina mirovan a qadê ku berdewam dike navê kesên di Berxwedana Taksîmê de jiyana xwe ji dest dan tê xwendin.

Li qadê alên PKK’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bal dikişînin.