Bi dehan dozger û dadger hatin binçavkirin
Rejîma AKP/Qesrê, piştî hewldana darbeyê li nava dadgeriyê jî dest bi operasyoneke mezin kir. Gelek dadger û dozger hatin binçavkirin.
Rejîma AKP/Qesrê, piştî hewldana darbeyê li nava dadgeriyê jî dest bi operasyoneke mezin kir. Gelek dadger û dozger hatin binçavkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna "rêxistinbûyîna paralel" de biryar da 140 endamên Dadgeha Bilind û 48 endamên Dadgeha Şêwirmendiyê bên binçavkirin. Li gelek bajaran gelek endamên dadgeriyê hatin binçavkirin. HSYK jî karê 2 hezar 745 dadgeran sekinandibû.
STENBOL
Serdozgeriya Komarê ya bakirkoyê, li ser daxwaza Desteya Bilind a Dadger û Dozgeran (HSYK) biryara binçavkirina 140 dadger û dozgerên li Edliya Bakirkoyê, Edliya Kuçukçekmece û Dadgeha Îdareyê ya Herêmê wezîfedar, da.
DÎLOK
Li Dîlokê jî 36 dadger û dozger hatin binçavkirin. Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, di operasyonan de 11 dozger û 25 dadger hatine binçavkirin.
ZONGÛLDAK
Li Zongûldakê 8 dadger, 9 dozger bi giştî 17 kes hatin binçavkirin.
GÎRESÛN
Li Gîresûnê 10 dadger û 7 dozger hatin binçavkirin.
ERDEXAN
Li Erdexanê 4 dadger û 1 dozger hatin binçavkirin.
KIRKLARELÎ
Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Kirklareliyê tê meşandin de 5 dadger û 3 dozger hatin binçavkirin.