Bi deh hezaran Rojavayî li dijî komployê meşiyan

Bi deh hezaran Rojavayî li dijî komployê meşiyan

Li bajarên Qamişlo, Amudê, Dirbêsiyê, Tiltemir, Kobanê yên Rojavayê Kurdistanê û bajarê Hesekê yê Sûriyeyê bi deh hezaran kesên daketin kolanan, komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. Di axaftinên ku hatin kirin de hate diyarkirin ku, şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi saya felsefeya Ocalan pêk hatiye û ev tê wateya têkbirina komployê. Li Girkê Legê û Dêrikê jî ji bo rojekê girevên birçîbûnê hatin destpêkirin.

Biboneya salvegera 15'ê Sibatê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê hêzên navnetewî ve di encama komployekê de radestî Tirkiyeyê hate kirin, li Rojavayê Kurdistanê bi deh hezaran kes daketin kolanan û komplo şermezar kir. Li bajarên Qamişlo, Amudê, Dirbêsiyê, Tiltemir, Kobanê yên Rojavayê Kurdistanê û bajarê Hesekê yê Sûriyeyê bi deh hezaran kesên daketin kolanan, meş lidar xistin. Di meşan komploya navnetewî û tecrîda li ser Ocalan hate şermezirkirin û banga bilindkirina têkoşînê û avakirina yekîtiya gelan hate kirin. Li Girkê Legê û Dêrikê jî ji bo rojekê girevên birçîbûnê hatin destpêkirin.

LI QAMIŞLO BI HEZARAN KES MEŞIYAN

Yek ji cihên ku çalakiya herî girseyî pêk hat de bajarê Qamişlo bû. Di demjimêrên nîvro de bi hezaran welatî bi meş û wesayîtan li ber Mala Gel ya Taxa Qenaswês kom bûm. Girseya ku piraniya wan jin û ciwan bûn,her wiha cilên reş li xwe kiribûn, pankartên wekî, "Emê 15'ê Sibatê ji dagirkeriyê re bikin goristan", "şoreşa 19'ê Tîrmehê binketina bêbextiya 15'ê Sibatê ye", "Em komploya 15'ê sibatê şermezar dikin" vekirin.

Her wiha alên TEV-DEM, PYD, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin vekirin. Di çalakiyê de gelek ciwanan bandên ku li ser "APO" hatibû nivîsandin li serê xwe girêdabûn, hinek ciwanan jî destên xwe bi zincîrê girêdabûn. Meşa ku rêveberên TEV-DEM, PYD, Dayikên Aştiyê, Tevgera Ciwanên şoreşger, Konfederasyona Xwendekaran û saziyên civakî tevlî bûn,bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji dengê wî hate guhdarkirin. Piştî nirxandinên Ocalan meş destpê kir.

‘ŞOREŞA ROJAVA BERHEMA FELSEFEYA OCALANE’

Girseya ku nêzî 2 kîlometreyan meşiya, li pêşiya Serbihurka Taxa Qenaswês rawestiya. Li vir li ser navê Koordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Henîfe Hisên axaftinek kir. Henîfe Hisên silav ji Ocalan re şandin û got ku, şoreşa 19'ê Tîrmehê ya li Rojavayê Kurdistanê destpê kiriye, berhema felsefeya Ocalane. Henîfe Hisên, ev şoreş di heman demê de tê wateya têkbirina komplo û tecrîda li ser Ocalan. Hisên destnîşan kir ku wan bi saya fikir û felsefeya Ocalan siyasetek rast daye meşandin û wiha domand: "Ger ku em îro sîstema xwe ya demokratîk ava dikin, parastina xwe ava dikin, yekîtiyê pêşve dibin, ev tê wateya konfederalîzma demokratîk, tê wateya têkbirina tecrîdê."

Henîfe Hisên anî ziman ku, li hemberî komployê gelek têkoşeran jiyana xwe ji dest daye û got ku ew dê heta dawiyê şopdarên wan bin. Hisên got ku dibe di sîstema wan ya ku niha ava dikin de kêmasî hebin, lê ew dê bi felsefeya Ocalan van kêmasiyan temam bikin û pêş ve bibin.

Hisên li ser rewşa Sûriyeyê jî rawestiya û got ku, yekane çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê sîstema civaka demokratîke û got; "Ger ku muxalefet di vê çarçoveyê de Desteya Bilind wekî îradeya gelê Kurd qebûl bike, em dê bi wan re bikevin diyalogê. Em dibêjin ku ev sîstema me ya xweseriya demokratîk ji bo tevahiya Sûriyeyê jî riya çareseriyê ye."

Piştî axaftinê, bi hezaran kesan meşa xwe domand û li Cerxerêya Elef çalakiya xwe bidawî kir.