‘Bi cilên yekreng dixwazin pêşiya qetlîaman vekin’

HDP, parêzvanên mirovan û hiqûqnasan nerazîbûn nîşanî cilên yekreng ên li girtîgehan dan.

HDP’ê bang li meclîsê kir ku bila bi awayekî awarte bicive û diyar kir ku dewlet bi cilên yekreng dixwaze pêşiya qetlîaman veke.

HDP: AVAKIRINA PERGALEKE NÛ…

Wekîlên Serokatiya Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû û Ahmet Yildirim daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Mebesta van pêkanînên faşîzan ev e ku pergala zagonî ji holê rakin. Pergal dixwaze parlementoyê ji holê rake û welat bi Rewşa Awarte û bi Biryarnameyên di hukmê Qanûnan de bi rê ve bibe.

Desthilatdarî ya ku bi her awayî bin ketiye hewl dide bi van rêyan berxwedan û greva gel asteng bike.

Li hemberî vê pêkanîna ku heta di Meclîsê de neyê nîqaşkirin divê nekeve meriyetê, em bang li Meclîsê dikin ku divê bi awayekî awarte bicive.”

BEŞTAŞ: DIVÊ JI RABIRDÛYÊ DERSAN WERBIGIRIN

Parlementera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku Rewşa awarte bûye ‘amûra bêdengkirina mûxalefetê’ û bal bir ser vî tiştî ku di hiqûq, zagon û wijdanê mirovayetiyê de cihê vî tiştî tune.

Beştaş got ku, “Çend roj berê salvegera Qetlîama 19’ê Kanûnê bû. Bi sedan girtiyan di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dan lê ligel vî tiştî jî paş ve gav neavêtin. Ferzkirina cilên yekreng rêyeke kor e.”

‘WÊ ÇALAKIYÊN BERFIREH WERIN LIDARXISTIN’

Serokê Komîsyona Girtîgehan ê Baroya Edeneyê parêzer Tûgay Bek jî diyar kir ku li hemberî vê pêkanînê wê li girtîgehan çalakiyên berfireh werin lidarxistin. Bek got ku, “Li hemberî her tiştî wê girtî nikaribin beşdarî dozên xwe bibin, ev li dijî rêgeza darizandina bi edalet e.”

Serokê Şaxa Mêrsinê yê Komeleya Mafên Mirovan Alî Tanriverdî jî berxwedanên mezin û rojiyên mirinê yên di 12’ê Îlonê de bi bîr xist. Tanriverdî diyar kir ku israra di cilên yekreng tê wateya pêşîvekirina qetlîamên nû.