Bi biryarnameyê hêzeke çekdarî ava kirin

Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Stenbolê Kayaoglû diyar kir ku Midûriyeta Hêzên Amade yên Takviye ya ku bi biryarnameya Serokkomariyê li Stenbolê hatiye avakirin li dijî hiqûqê ye û tu rayeyeke wisa ya meclîsê jî tune.

Di 21’ê Tebaxê de di Rojnameya Fermî de hate diyarkirin ku bi biryarnameya Serokkomariyê Midûriyeta Hêzên Amade yên Takviye hatiye avakirin. Jixwe zêdekirina rayeyên notirvanan jî bûbû sedema nîqaşan. Şîddeta notirvanan a di raya giştî de bûbû sedema sereke ya van nîqaşan. Niha jî bêyî qanûnan bi biryarnameya Serokkomariyê midûriyeta wisa hate avakirin.

Hêzên Amade yên Takviye cara pêşîn di Tîrmeha 2018’an de hate avakirin, piştre bi biryara Desteya Wezîran bû midûriyeteke girêdayî Enqereyê û 4 şaxên wê hate avakirin. Piştre şaxên din hatin girtin û li Stenbolê yekîneyek ji bo 500 kesan hate vekirin.

DI DEMA KENAN EVREN DE JÎ TUNE

Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Stenbolê Arzû Eylem Kayaoglû diyar kir ku ji xeynî rewşên awarte û şer rayeya meclîsê tuneye ku yekîneyeke çeldar ava bike û got , “Meclîs bi xwe jî nikare ji xeynî Artêşa Giştî û Emniyetê hêzeke çekdarî û takviye ava bike. Belkî di dema şer de rayeya wê hebe ku hejmara leşker û yekîneyan zêde bike. Di dema Kenan Evren û darbeya sala 80’î de jî ji xeynî polîs û leşkeran hêzeke takviye tune. Saziyeke bi navê SADAT hatibû avakirin. Serokê wê Adnan Tanriverdî jî yek ji serşêwirmendê Serokkomar e. Dewletê tu carî ev tişt piştrast nekir û negot derew e jî. Hêzên Amade yên Takviye jî diyar dike ku ev gotegot rast in. Hêzên Amade yên Takviye bi biryarnameyeke du sê hevokan wekî qanûnê derdixînin pêşiya me. Siberoj ev hêzên çekdar wê di nav mirovan de bin û ji notirvanan zêdetir şîddetê bikin, belkî bibin sedema kuştina mirovan jî.”