Bi birîndarî û ji serhişê xwe çûyî hate darizandin!

Bi birîndarî û ji serhişê xwe çûyî hate darizandin!

Li Pendîkê Elî Heyder Yildizê ku bi îdiaya tevlî şêlandina dukaneke zêran bûye, bi birîndarî û ji ser hişê xwe çûyî hate darizandin. Li gorî girtekan, polîsan çend caran ji ber Yildiz rewşa wî giran bû navber daye lêpirsînê. Yildizê ku bedena wî hemû felce, dadgeha ku lêpirsîna wî dikin ji rewşa tenduristiya wî ne agahdare. Lê dadgeh niha dişopîne bersuc tevlî grevên birçîbûnê yên girtîgehan bûne an na.

Bûyer di 9’ê tebaxa 2012’an de li Pendîk ya Stenbolê pêk hat.  Piştî bûyera şêlandinê li Alî Kiliç, Alî Yumlu, Alî Ozerlî, Cem Gul, Veysel Korhan Agbaş, Alî Haydar Yildiz, Kamuran Nemutlu û Eren Şenol  doz hat vekirin. Rûniştina yekemîn ya dozê li 23’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê pêk hat.

ÎFADE WEKÊ KU ÎŞKENCEYÊ BIKIN GIRTIN

Li gorî belgeyên di dosyaya dozê de cih girtin, polîs di alî lêpirsînê de gelek qanûn binpêkirine.  Bersûc Alî Haydar Yildiz bi awayekî birîndar û ji ser hişê xwe çûyî îfadeya wî hatiye girtin. Ligorî girtekên di dosyayê de  di 12 tebax, 16’ê tebax û 16’ê îlonê de li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Samatya, Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Okmeydani û Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Kartalê îfadeya Yİldiz hatiye girtin.

Yildiz di 16’ê tebaxê de di demjimêr 21.00’an de dema rewşa wî giran dibe 20 deqeyan navberê didinê.  Di 21.35’an de dîsa destpê dikin. Vê carê di 21.00’an de 20 deqeyan navberê didinê.  Îfade dîsa 22.10’an de dîsa destpê dike û di 23.15’an de diqede.

POLÎSÊN KESÊN KETINE GREVÊ RAGIHANDIYE DADGEHÊ

Di rûniştina yekemîn ya dozê de Alî Haydar Yildiz yê felc neanîn dadgehê û hate hînbûn ku, dadgeh ji nexweşiya Alî Yildiz ne agahdare.  Dadgeh rewşa tenduristiya wan nizane lê, dizane ku kîjan girtî li girtîgehê ketine grevê. Yên ku dadgeh jî agahdar kirine Midûriyeta Polîsan a Tekîrdagê ye.  Polîsan di çarçoveya dozê de bi nivîsekî ji dadgehê re ragîhandin ku girtiyên ji vê dozê tên şopandin di navbera 1-6’ê mijdarê de ji bo piştigriyê bidin girtiyên Kurd ketine girevê.