Bi berxwedanê ber bi Strasboûrgê…
Meşa dirêj a Basel-Strasboûrgê di roja 4’an de didome. Meşvan gav bi gav nêzî Strasboûrgê dibin û çalakgerên greva birçîbûnê silav dikin.
Meşa dirêj a Basel-Strasboûrgê di roja 4’an de didome. Meşvan gav bi gav nêzî Strasboûrgê dibin û çalakgerên greva birçîbûnê silav dikin.
Ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê yên ku ji bo protestokirina komploya navneteweyî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, ji Baselê heta Strasboûrgê meşeke dirêj hatibû destpêkirin.
Meşa dirêj di roja 4’an de didome. Meş li bajarê Meyenheîm ê Fransayê bi sirûda Çerxa Şoreşê dest pê kir. Meş bi slogana ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ tê lidarxistin û endamên PYD’ê pêşengî ji meşa roja Sêşemê re kirin.
Meşvanan berxwedana Leyla Guven û ya çalakgerên grevên birçîbûnê silav kirin û peyama ‘Ew ê berxwedan tecrîdê bişkîne’ dan.
‘DIVÊ BERXWEDAN WERE GEŞKIRIN’
Çalakger bi sirûdên azadiyê meşa xwe didomînin û car caran sloganên ‘Erdoganê terorîst’ û ‘Erdoganê dîktator’ berz dikin.
Siyasetmedar, hunermend, parlementerên HDP’ê yên li sirgunê, nûnerên sazî û rêxistinan tevlî meşê bûne. Car caran ji bo berxwedana rakirina tecrîda li ser Ocalan bang tên kirin.