Bexdayê seferên balafiran ên Hewlêr û Silêmanî betal dike

Saziya Hewayî ya Sivîl a Iraqê ragihand ku wan agahî dane şîrketên hewayî yên biyanî ku ji roja Înê û pê de wê çûna balafiran a Hewlêr û Silêmî ve werin rawestandin.

Piştî referandûma li Başûrê Kurdistanê hikûmeta navendî ya Iraqê ferz kir ku ‘deriyên sînor û balafirgehan radestî’ wan bikin. Hewlêrê ev red kir û Bexdayê diyar kir ku balafirên ku wê biçin Hewlêr û Silêmanî dane rawestandin.

Saziya Hewayî ya Sivîl a Iraqê ragihand ku wan agahî dane şîrketên hewayî yên biyanî ku ji roja Înê û pê de wê çûna balafiran a Hewlêr û Silêmanî werin rawestandin. Di daxuyaniyê de hate gotin wê destûrê tenê bidin firîna xeta navxweyî.

Piştî daxuyaniyê, şîrketa Rêyên Hewayî yên Rojhilata Navîn a Lubnanê (MAE) ragihand ku li ser biryara Iraqê wan balafirên xwe yên ku diçine Hewlêrê dane rawestandin. Li hêla din Rêyên Hewayî yên Pegasûsê jî ragihand ku balafirên wan nema diçine Hewlêrê.

Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî roja referandûmê daxuyaniyek dabû çapemeniyê û gotibû heke kontrola sînor di nava 3 rojan de bi dest Bexdayê ve bernedin, ew ê rabûna balafiran a ji Başûr û danîna balafiran a li Başûr rawestînin.

Wezîrê Ragihandinê yê Başûrê Kurdistanê Mewlûd Bavêmirad jî got ew vê qebûl nakin û divê balafirgehan tevlî meseleyên siyasî nekin.