Di daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrtiyê ya Iraqê de wiha hate gotin, "Tirkiye û Bexda li ser îxracata petrolê li hev kirine." Piştî axaftina bi telefonê ya di navbera Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî û Serokwezîrê Tirk ji Ofîsa Ebadî daxuyaniyeke hate dayin û hate gotin, "Yildirim, piştî referandamûna serxwebûnê ya ku roja duşemê li Kurdistana Iraqê hate kirin, diyar kir ku ew destekê didin hemû biryarên hikûmeta Iraê û biryarên ku dixwaze bide."
Di daxuyaniyê de bi domdarî hate gotin,"îxracata petrolê jî tenê wê bi hikûmeta Iraqê re were sînordarkirin’. Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan beriya bi çend rojan gotibû, ‘’Ka em binerin bê Iraq a Bakur wê petrolê bi kîjan rêyê û biherîkîne kûderê an jî bifiroşe kê? Van di destê me de ye. Dema ku me vana girt ew îş diqede."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî got, "Rast e, van di destê Tirkiyê de ye lê peymanên me hene." Lê bersiva pirsa Erdogan ku digot, "petrol bi kîjan qenelan wê biçe kû derê?" Rêveberê Weşanê yê Giştî yê organa weşanê ya PDK’ê yê Rûdawê Rêbiwar Kerîm Welî dabû. Welî hevkariya di navbera malbatên Barzanî û Erdogan de yek bi yek rêz kirbû û gotibû,petrola ku jê re "wana ya qeçax" tê gotin, heta bi Kendava Meksîkayê bi keştiyên malbata Erdogan hatine veguhaztin.
Her wiha balkêş e ku hikûmeta navendî ya Iraqê û Tirkiyê ku bi destpêkirina operasyona Mûsilê gef li hev dixwarin, li dijî referandûma Başûrê Kurdistanê bûne dest û bira. Bi destpêkirina operasyona Mûsilê re, piştî ku Tirkiyê leşker şandin kampa Başîkayê Iraqê helwesteke tund nîşan dabûn û li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) gilhê Tirkiyê kiribû.
Piştî zextên ji bo valakirina Başîkayê, Tirkiyê xwe avêtibû ber deriyê PDK’ê, ku niha bi çavê tifingê lê dinere û gotibû ew bi destûra Hikûmeta Başûrê Kurdistanê li herêmê ne û ew Iraqê nas nakn. Lê dîsa heman Tirkiye, hê salek jî di ser re neçûyî niha dibêje ku ew Herêma Kurdistanê nas ankin û her cure têkiliyên xwe ew ê bi hikûmeta navendî ya Iraqê re bikin.
Dema ku Ebadî û Erdogan davêtin hev, Erdogan digote Ebadî, ‘tu ne hevtayê min î’. Heman Erdogan niha ji bo Barzanî dibêje, ‘serekê êlê’ û dibêje muxatabê wan Bexda ye.