Beştaş: Li dijî jin û zarokên Kurdan êrîşên taybet hene
Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku li dijî jin û zarokên Kurdan êrîşeke taybet heye.
Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku li dijî jin û zarokên Kurdan êrîşeke taybet heye.
Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş di civîna çapemeniyê ya heftane de rojev nirxand.
PARLEMENTERÊ MÛŞÊ MENSÛR IŞIK DU SALAN JI PARTIYÊ HATE DÛRXISTIN
Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, li Amedê civîneke çapameniyê li dar xist û biryara ku Lîjneya Dîsîplîna Navendî ya Partiya wê derbarê Parlamenterê Mûşê Mensûr Işik de ku tundî li hevjîna xwe kiribû daye, aşkera kir. Beştaş derbarê mijarê de ev tişt got: “Lîjneya dîsîplînê bi şertê ku gotinên jinê esas in lêpirsîn da destpêkirin û di vê çarçoveyê de hem Mensûr Işik hem jî Ebrû Işik guhdar kir. Parastinên wan hatin girtin û angaşt hatin guhdarkirin. 2 sal cezayê dûrxistinê li Mensûr Işık hat birîn. Em HDP helwesta me zelal e, di warê şîddeta di nav malê de û di warê şîddeta civakî de, wê helwesta me ji niha û şûnde jî bidome.
QETLÎAMA 33 GULEYAN
Di dema orgeneral Mûstafa Mûglali de li Qelqeliya Wanê 32 kes hatibûn qetilkirin. Îro salvegera 77’emîn a vê qetlîamê ye. Piştî vê qetlîamê navê Mûglali dan leşkergehan û ew kirin qehreman. Wê têkoşîna me ya li hemberî vê ferasetê heta dawiyê bidome.”
LI DIJÎ JINAN ŞER HATIYE DESTPÊKIRIN
Beştaş bal kişand ser êrîşa li ser jinan û got, “Niha li holê şîddeteke mezin li ser jinan heye. Li her derê li nava malê, derve, kolanan li her derê li ser jinan êrîş heye. Divê em nîqaş bikin bê çima Peymana Stenbolê baş nayê bikaranîn lê a niha tê xwestin ku Peymana Stenbolê were rakirin. Li Şirnexê bûyerên tacîz û îstîsmarê çêbû. Vî kesê ku 20 rojan tecawizî jinekê kir, nehate girtin jî. Ne mumkin e em vî tiştî qebûl bikin. Li ser jin û zarokên Kurdan êrîşên taybet heye. Faîlên van êrîşan nayên girtin, bi ser de serbest tên berdan.”
ÇALA BÊ BINÎ YA ZIYANÊN KAYÛMAN
Beştaş li ser mijarên tehrîbat û bêrêziyên ku kayûman rê lê vekirî wiha got: “Li Geverê, di rastiya xwe de nîqaş û ziyanên ku kayûm derxistî holê çalek bê binî ye. Di van rojên germ de bi pratîka kayûmek ku mirovan bê av, birsî, bêkar û bê pêşeroj hêliştin re rû bi rû ne. Niha jî nimûneya Geverê, gel ji bo pêwîstiyên jiyana xwe ya rojane peyda bikin bi bîdon û tankeran avê dikêşin.”
Beşdaş wiha dom kir: “Li ser vê mijarê taybet dixwazim bala we bikêşinim; şaredariyek ku encama dahata mehane ya dema yekem a kayûm 4 milyon TL ye. Dahata Şaredariya Geverê ya mehane 4 milyon TL ye. Deynê ku tê texmîn kirin çiqas e: 680 milyon TL ye. Kayûmê berê 680 milyon TL deyn kiriye. Ev tenê ji Bankaya Bajaran 680 milyon TL kişaye, ji krediya Bankaya Bajaran gotiye şêniya bajêr 5 hezar e û dahata şaredariyê ya avê 5 milyon TL ye û wisa kêşaye. Bi kurtasî manîpulasyon û dereweke wiha mezin di holê de ye. Li holê derewek pir mezin heye, rastiyê de şêniya navçeyê 100 hezar e û hejmara aboneyan jî 9 hezar e. Êdî deynê ku li ser vê kêşayîn hûn hesap bikin. Ji xwe di dema kayûmê yekem de Midûryeta Bankayên Navçeyan Qanûna Şaredariyan îhlal kir. Li ser vê mijarê hate gotin qanûna ku digot dikarin dest danin li ser sedî 40 dahata şaredariyê û piştî hilbijartin hate kirin dest danîn li ser giştî dahata şaredariyê.”