Beştaş: Divê em qirkirina sala 1915’an qebûl bikin

Parlementera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş li Stockholmê ya ku paytexta Swêdê ye diyar kir ku ji sala 1900’an û heta niha li ser gelê Kurd û Suryan êşên mezin hatine kirin.

Parlementera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş ji bo tevlêbûna civîna li ser Qirkirina Seyfo hate Stockholmê û li navçeya Sodertalje ya Stockholmê bi rêxistinên Asûr û Siryanan hin hevdîtin kir.

Beştaş tevlî ayîna li Dêra Siryanan a li navçeya Sodertaljeyê bû. Li vê derê nêzî 30 hezar Siryan dijîn.

Piştî ayînê Beştaş bi Serokê Heyeta Dêrê Yilmaz Bîsî, Parlementera Partiya Demokrat û Seroka Şaxa Jinan a Dêrê Robert Halef re civiya. Bîsî di civînê de diyar kir ku HDP li hemberî hemû gelan bi wekhevî tevdigere û bi saya HDP’ê wê li welat demokrasî ava bibe. Beştaş jî diyar kir ku bi stratejiya HDP’ê êdî wê desthilatdarî nikaribe zextê li gelan bike.

HEWL DIDIN QETLÎAMAN BIDIN JIBÎRKIRIN

Beşdaş diyar kir ku Kurd û Siryan dîrokeke wan a hevpar heye û ji salên 1900’î û vir ve gelek qirkirin li ser wan hatine kirin. Beşdaş got ku “Tirkiye hewl dide gelek qetlîaman bide jibîrkirin. Ji xeynî HDP’ê hemû partî bi refleksa Tirkbûnê tevdigerin. Ev partî li dijî vî tiştî ne ku, Kurd, Siryan û Elewî çand û baweriyên xwe bijîn. Li ser van gelan zext û înkar û îmhayeke mezin heye. Sermesele qirkirina di sala 1915’an de meseleyeke mezin e. Divê em vê qirkirinê qebûl bikin û bi qirkirinê re rû bi rû bibin. Rûbirûbûn wê tevkariyê li çareserkirina gelek kêşeyan bike.”