Beştaş: Desthilatdarî dixwaze komkujiyê pêk bîne!

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku mirinên li girtîgehan dest pê kiriye û got ku, “Di vî halî de desthilatdarî dixwaze komkujiyê pêk bîne.”

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş derbarê pêşnûmaya zagona înfazê li meclîsê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Beşdaş diyar kir ku ew piştgiriyê didin bangên ‘Li malê bimîne’ lê slogana ‘Li girtîgehê jî tu carî nayê qebûlkirin’. Beşdaş got ku “Em dibêjin jiyan di girtîgehan de hilnayê. Ji ber ku li girtîgehan 50-60 kes li ba hev in û tu tevdîr tune. Divê hiqûq ji bo hemû kesan hebe. Em ne hiqûqa dijminatiyê, em hiqûqa mirovane dixwazin.

Vê pêşnûmaya zagonê wê ne ji bo wekheviyê ye, berevajî wê di nav civakê de veqetînê çêbike. Ev pêşnûma ne bi tenê sed hezar kesên di girtîgehan de, bandorê li milyonan kesên li derve jî dike. Tevî malbata girtiyan bi milyonan kes li ser agiran in.

Berdewamkirina vê polîtîkaya dîltiyê tê wateya ku komkujî tê îmzekirin. Li Girtîgeha Bafrayê girtiyek mir. Xwestin veşêrin lê nebû. Dozger diyar kiriye ku ev girtî ji ber Covîd-19’ê miriye. Mehmet Yeter ji ber koronavîrusê li girtîgehê miriye. Ev ne mirin e, ev cînayet e. Li girtîgehan êdî girtî ji ber koronayê dimirin.

Wê qatilên Soma, Ermenek û Çorlûyê serbest were berdan lê kesên hatine hilbijartin wê neyên berdan. Guh bidin wijdan, edalet û hiqûqê. Kesên ku jin qetil kirine wê serbest werin berdan lê kesên mûxalif wê neyên berdan. Ji bo ku ev travma pêk neyê divê gav werin avêtin.”