Beştaş: Bûyera êrîşê hate veşartin
Beştaş: Bûyera êrîşê hate veşartin
Beştaş: Bûyera êrîşê hate veşartin
Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP’ê Meral Daniş Beştaş bal kişand ser êrîşa li dijî endamê MP’ya HDP’ê Ahmet Karataş pêk hat û derbarê xebatên lêkolînkirina êrîşê de agahî da. Beştaş da zanîn ku êrîş bi awayeke rêxistinkirî pêk hatiye û diyar kir ku li dosyayê “birîdnarkirin” hatiye zêdekirin û dixwazin bi vî awayî bûyera êrîşê veşêrin. Beştaş da zanîn ku xeta telefonê û telefona êrîşkar jê nehatiye giritn û lêkolîn li ser nehatiye kirin. Beştaş da zanîn ku derbarê êrîşkar de tu lêkolîneke teknîkî nehatiye kirin û got: “Em bang li hemû raya giştî ya demokratîk û gelê xwe dikin ku li dijî gef û êrîşên li dijî partiya me li gel me cih bigirin.”
Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP’ê Meral Daniş Beştaş derbarê êrîşa li dijî endamê Meclîsa Partiyê (MP) ya HDP’ê Ahmet Karataş ku li Navenda Giştî ya HDP’ê ya li Enqereyê pêk hat de daxuyaniyeke nivsîkî da û daz anîn ku li gorî lêkolînê ku wan li ser bûyerê û dosyaya lêpirsînê ya êrîşkar kirine, êrîş êrîşeke plankirî û rêxistinkirî ye.
Beştaş da zanîn ku bi taybet piştî bûyerên 6-8’ê cotmehê piştî çalakiyên bi armanca piştgiriya bi Kobanê re qewimîn û da zanîn ku bi taybet ji 8’ê cotmehê ve telefon ji navenda HDP’ê re hatine û gef li partiyê hatine xwarin. Beştaş bi bîr xist ku beriya êrîşê jî êrîşkar Emrah Akman hatiye derdora avahiya HDP’ê û lêkolîn kiriye.
AVAHIYÊ NAS IKE Û CIHÊ KAMERAYAN DIZANÎ
Beştaş têkildarê encamên lêkolîna li ser dosyaya êrîşkarê nijadperest ê Tirk Emrah Akman de hatiye kirin de agahî da û diyar kir êrîşkar roja êrîşê di saetên sibê yên zû de telefonê avahiya HDP’ê kiriye û got ku ev êrîşkar piştî wê jî gelek caran telefonê avahiyê kiriye. Beştaş got: “Her cara ku êrîşkar telefon kiriye, pirsa ‘wê kengî navenda partiyê vebe û wê kengê rayedarên partiyê bên avahiyê’ pirsiye.”
Beştaş got: “Êrîşkar dema endamê MP’ya partiya Ahmet Karataş li avahiyê bû, êrîşkar hatiye avahiyê û ji bo bizane rayedarên navendê kî ne, li bendê maye. Êrîşkar careke din hevdîtin bi xebatkarên partiya me re kirine û pirsa tûwaletê kiriye û berê xwe daye tuwaletê. Piştî ku endamê MP’ya partiya me Ahmet Karataş hatiye hundir êrîşkar ji pişt ve beziye û kêr daniye ser stûyê Karataş û gotiye ‘em nahêlin hûn li vir bijîn’ û gewriya wî biriye. Piştî hewldanên endamê partiya me, êrîşkar Karataş daye ber kêran û xwestiye bikuje.
Gava em li dîmenên kamerayê dinêrin em dibînin ku êrîşkar avahiyê nas dike û cihê kamerayan dizane. Dema êrîşkar ketiye hundir wezîfedarên navenda me sedema hatina wî pirsîne û êrîşkar bi awayeke li ser hemda xwe bersiv daye û ketiye hundir."
'TOMARÊN MOBESEYÊ NEXISTIN DOSYAYÊ'
Beştaş diyar kir ku gava mirov li dosyaya bersûc dinêre û delîlan lêkolîn dike, mirov dibîne ku bersuc piştî gihiştiye mala birayê xwe polîs piştî 15-20 deqeyan çûne û da zanîn ku êrîşkar di sala 2009 de li “Ocaxa Alperan” a partiya nijadperest BBP’ê xwe qeyid kiriye. Beştaş diyar kir ku tomarên kameraya mobeseyê nexistine dosyaya lêpirîsnê ya êrîşkar û ragihand ku êrîşkar ji 16’ê cotmeha 2014 ve li derdora Navenda Giştî ya HDP’ê geriyaye û got ku di deftera êrîşkar de gelek têbiniyên li ser partiya wan hatine dîtin.
'DI BERÎKA WÎ DE TÎNER HEBÛ'
Beştaş da diyarkirin ku di berîka êrîşkar de tîner hebû û xwestiye avahiya partiya bişewitîne û da zanîn ku êrîşkar beriya niha jî karê ewlekariyê kiriye û beriya niha jî di şîrketeke ewlekariyê de xebitîye.
‘BIRÎNDARKIRN’ LI DOSYAYÊ ZÊDE KIRIN Û DIXWAZIN VEŞÊRIN
Beştaş destnîşan kir ku gava mirov li dosyaya êrîşê dinêre dibîne ku êrîş di asta “birîndarkirinê” de hatiye lêpirsîn û ev êrîş di çarçoveya êrîşeke rêxstinkirî de nehatiye lêpirsînkirin. Beştaş diyar kir ku ev yek jî nîşaneya veşartina bûyerê û girtina dosyayê ye. Beştaş da zanîn ku êrîş bi awayeke rêxistinkirî pêk hatiye û diyar kir ku li dosyayê “birîdnarkirin” hatiye zêdekirin û dixwazin bi vî awayî bûyera êrîşê veşêrin
'BI AWAYEKE RÊXISTINKIRÎ PÊK HATIYE'
Beştaş da zanîn ku êrîşên bi vî rengî beriya niha jî pêk hatine û diyar kir ku piştî êrîşê wêneyên êrîşkar ên li ser gora Muhsin Yazicioglu hatibû kişandin hatine belavkirin. Beştaş êrîşên li dijî Hrant Dînk, Komkujiya Parîsê, Rahîb Santoro pêk hat bi bîr xist û diyar kir ku ev êrîş bi awayeke rêxistinkirî û plankirî pêk hatine.
Beştaş bal kişand ser qetilkirina belavkarê rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdu yê ku li Endeyê hatiye qetilkirin û da zanîn ku armanca van êrîşan siyaseta demokratîk û azadî ye. Beştaş peyam da ku ew ê tu carî dest ji têkoşîna xwe ya di vî warî de bernedin.
'LI GEL ME BIN’
Alîkara Hevserokên Giştî ya HDP’ê Meral Daniş Beştaş herî dawî ev da zanîn ku ew têkoşîna xwe ya huqûqîî ya li dijî van bûyerên tarî yên li dijî partiya wan pêk tên bimeşînin û destnîşan kir ku ew ê teqez hêzên li pişt van êrîşan aşkere bikin. Beştaş got: “Em bang li hemû raya giştî ya demokratîk û gelê xwe dikin ku li dijî gef û êrîşên li dijî partiya me li gel me cih bigirin.”