Beştaş: Bi BHQ re qanûna darazî ya ceza tê guhertin

Parêzer Mesût Beştaş diyar kir, di nava Rewşa Awarte de, ku bi BHQ re tê birêvebirin bêhiqûqiyeke mezin tê kirin û got, Desteya Wezîran a bi serkêşiya Serokkomar li hev dicive, dest daniye ser erka meclîsê.

Piştî ku Destûra Bingehîn bi ragihandina Rewşa Awarte re hat betalkirin, Tirkiye bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnî de (BHQ) veguheriye welatekî ku bêhiqûqî bi rengekî bêsînor tê kirin.

Parêzer Mesût Beştaş baş kişand ser BHQ a 29'ê Cotmehê ku erka parêzeran kêm dike û diyar kir, pêwendiya vê kêmkirinê bi Rewşa Awarte re nîne, armanc guhertina Qanûna Darazî ya Ceza (CMK) ye. 

Beştaş da xuyakirin, ku bi vê guhertinê re mafê parêzeran ê hevdîtina bi muwekîlan re ji destê wan tê girtin û got, guhertina bi BHQ a bi hejmara 676'an hat kirin re hewl tê dayîn Qanûna Darazî ya Ceza bê guhertin.

DESTEYA WEZÎRAN ERKA MECLÎSÊ DESTESER KIRIYE!

Beştaş da zanîn, Desteya Wezîran a ku bi BHQ a bi hejmara 676'an re bi serokatiya Serokkomar li hev dicive, bi awayekî vekirî û zelal erka Meclîsê desteser kiriye û wiha dewam kir: "Hewl didin vê desteserkirina demokrasiyê pêşkêşî dengdana meclîsê bikin û bi vî awayî rewa nîşan bidin. Di rewşa heyî de bi BHQ'yek ji rêzê dikarin BHQ a bi hejmara 676'an weke guhertina CMK derxînin pêşberî me."

'TI BIRYAR NIKARE PÊŞÎ LI GUHDARÎKIRINA LI BERSÛC BIGIRE'

Beştaş herî dawî nerazîbûn nîşanî guhertina "eger dema dozê dirêj bibe, dadger nikare li bersûc guhdarî neke" da û got, "Ti biryar nikare pêşî li guhdarîkirina li bersûc bigire." Beştaş destnîşan kir, ku BHQ ne pêkanîneke dikare were meşandine û anî ziman BHQ beriya niha ji aliyê Dadgeha Bilind, Dadgeha Destûra Bingehîn û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê re hatine mehkûmkirin.