Berxwedêrên Parqa Gezî niha jî bûn "hêzên dagirker"

Berxwedêrên Parqa Gezî niha jî bûn "hêzên dagirker"

Serokwezîrê Tirkiyê Tayyip Erdogan di mîtînga xwe ya li Erzîromê de careke din berxwedana Parqa Gezî hedef girt. Erdogan diijwariya polîsan jî parast.

Serokwezîrê Tirkiyê Tayyîp Erdogan di mîtînga xwe ya li Erzîromê de îddîa kir ku çalakî bi rêya medya sosyal tên birêxistinkirin û got, "Bila bi tweetan bila bi facebookê êriş bikin, welatiyên min xwedî vîn e vîn. Gezî derew e, her der talan e. Eger cesareta we hebe, 8 mehên din sindoq tên, wê hingî herkes rastiya xwe bibîne."

Erdogan diyar kir ku wî bi xwe fermana dijwariya polîsan daye û çalakger jî weke "dagirker" bi nav kir. Erdogan got, "Ez ji derveyî welat vegeriyam, min lê temaşe kir; hînê li wir in. Min ji Wezîrê Karên Hundur re ev tişt got: Hûnê di nava 24 saetan de AKM'ê paqij bikin. Qadê paqij bikin, peyker paqij bikin. Dûre jî min got, hûnê Parqa Gezî paqij bikin. Dibêjin kê ferman daye polîsan. Min da, ma meyê li hêzên dagirker temaşe bikira. Ji bo cîhan ji kêfa bileyze, meyê lê temaşe bikira. Ew dever hatin paqijkirin. Taksîm hat paqijkirin. Parqa Gezî hat paqijkirin."