Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li Rûsya, Hollanda û Elmanyayê hatin bîranîn
Li Rûsya, Hollanda û Elmanyayê, bi wesîleya salvegera Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
duşem, 18 tîrmehê 2016, 12:44
Li Rûsya, Hollanda û Elmanyayê, bi wesîleya salvegera Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de her wiha Şoreşa Rojava jî hat silavkirin.
MOSKOWA
Kurdistaniyên li paytexta Rûsya Moskowayê dijîn, civînek lidar xistin û berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bibîr anîn. Di civînê de salvegera Şoreşa Rojava jî hat silavkirin.
Civîna li Navenda Çanda Kurd, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir. Siyasetmedarê Kurd Adil Cotkar li ser wate û girîngiya rojê axivî û destnîşan kir, ku tevî hemû êrîş, zext û zordariya dewleta Tirk jî ruhê berxwedanê yê 14'ê Tîrmehê îro jî li gelemperiya Kurdistanê zindî ye.
Cotkar diyar kir, berxwedêrên 14'ê Tîrmehê yên li dijî pêkanînên li derveyî mirovahiyê derketin, mîrateyeke mezin li dû xwe hiştine û got, "Weke şopdarên wan, em ê ruhê berxwedanê bi ser bixînin. Ev ruhê niha li gelemperiya Kurdistanê belav bûye, wê di demeke nêz de gelê Kurd azad bike."
Siyasetmedarê Kurd Cotkar di dewama axaftina xwe de bal kişand ser Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê û got, "Li parçeyê herî biçûk ê Kurdistanê, îro şoreşa herî mezin a herêmê pêk tê. Ev şoreşa ku tovên wê yên destpêkê di 19'ê Tîrmeha 2012'an de hatin reşandin, ji bo mirovahiyê bû mizgîniya jiyaneke nû."
Di civînê de, rêveberên saziyên Kurd jî li ser wate û girîngiya rojê nêrînên xwe anîn ser ziman.
AMSTERDAM
Şehîdên 14'ê Tîrmehê li paytexta Hollanda Amsterdamê hatin bîranîn. Li dû deqeyeke rêzgirtinê, ji şahidên berxwedanê Sûat Bozkûş, helbestvan Mehmet Çetîn û Ciwan Palo axivîn. Qisekeran diyar kirin, Şoreşa Rojava tê wateya dewamkirina ruhê 14'ê Tîrmehê. Beşdaran her wiha pêvajoya ji hev ketina dewleta Tirk jî, ku bi dijwarî dewam dike, nirxandin.
HESSEN
Li bajarê Bensheîm ê eyaleta Hessen a Elmanyayê, şehîdên 14'ê Tîrmehê bi merasîmekê hatin bîranîn. Di merasîma li komeleya Bensheîmê de endamên Komîsyona Malbatên Şehîdan jî amade bûn. Beşdaran dilsoziya xwe ya bi berxwedana kadroyên pêşeng ên PKK'ê re nîşan dan.