Berxwedaniya bê navber a 134 rojan
Dîrokê dema ku 26’ê Çile ya 215’an nîşan dayî li Kaniya Kurdan û Miştenûrê alayên YPG’ê piştî berxwedana 134 rojan dîsa li ba dibûn. Piştî berxwedana bê navbera a pêhempa Kobanê êdî azad bibû.
Dîrokê dema ku 26’ê Çile ya 215’an nîşan dayî li Kaniya Kurdan û Miştenûrê alayên YPG’ê piştî berxwedana 134 rojan dîsa li ba dibûn. Piştî berxwedana bê navbera a pêhempa Kobanê êdî azad bibû.
Dema ku şerê Kobanê dest pê kirî bi sedan ciwanên Bakurê Kurdistanê têlên sînor derbas kirin û hatin şer. Hemû ji bi giyanê fedaî bûn, kêlî bi kêlî şer kirin. Her çendî tim mirin li pêş çavê wan jî bû xwe bi hezkirina hevrêtiyê pêçan û ji bo azadiyê ber bi mirinê ve beziyan. Dema ku DAIŞ’ê bi tangan êrîş bi ser wan de danî wan bi bedenên xwe êrîş bi ser tangan de dibir, bedenên xwe kirin fûze, mayin. Niha piraniya wan ne di nav me de ne.
DAIŞ’ê roja ku 14’ê Îlonê dibû 15’ê Îlonê bi çekên giran ji sê hêlan ve êrîş bi ser Kobanê ve anîn. Berê erîşê lokal bi ser eniyekê ve dianîn lê vê carê cuda bû, di heman demê de ji hemû eniyan, bi carekê re êrîş bi ser 20 gundan de birin. Dema ku bi carekê re ji hemû êliyan ve êrîş anîn hinekî zor li me bû. Em neçar man ku ji hin gundan vekişin. Ji ber ku çete ji paş ve li me zivirîbûn. Wê demê me xwest taktîka lêxe vekişe bikin. Em fikirîn me got li dijî vê hêza mezin a çeteyan şerê eniyê wê şaş be.
Ji hemû eniyan me hêza xwe kişand; me bi rengê du tabûran xwe rêxistinî kir; bi kemînan me êrîş bi ser de bir. Me bi ser wan de bi rengekî wan şok bikin êrîş bir; heta Qeremoxê bi komên ku diketin nav wan me êrîş pêk anîn. Lê taktîka ku me dixwest bikin tam me pêk neanîn. Li gelek gundan bi rengê şerê eniyê me dewam kir. Ji ber ku hêzên me ji salekê zêdetir bû di kozikan de bûn, hinekî westiyabûn, zeraqiya wan lebatê kêm bûbû.
Ji başûr, rojhilat û rojavayê Kobanê êrîş dianîn. Şervanên me yên ku teqwiyeya hêzê bikin nebû. Kîjan heval li kîjan kozikê ba li wir ma û şer kir, kozika xwe parast. Ji rojhilatê Kobanê û ji rojava bi şer û şer heta bi navendê hevalê me vekişyian. Me dema ku şer dikişand navenda bajêr hem me dixwest eniya şer berteng bikin û hem jî bi taktîka lêxe vekişe me xwest em derbê li wan bixin. Heke ji detspêkê ve me taktîka lêxe-vekişe bikira rewş dibe ku hinekî cuda bûya. Lê dema ku DAIŞ kete navenda bajêr me ev taktîk zêdetir bi kar anî.
Heta wê rojê di heman demê de bi carekê li 20 eniyan me şer dikir. Ji ber ku şer pir lez bû gelek sedem çêbûn ku em bi biryar bidin. Wê demê em qedemeya fermandariyê li Taşkûleyê em hatin cem hev û me taktîka lêxe-vekişe nirxand. Heke bi du tevgeran tabûr newestiya be, me dikarîbû ji paş ve li DAIŞ’ê bizivîrin û wê nikarîbûna bi pêş ve biçûna.
Nobeta sînor
Roja duyemîn ku DAIŞ’ê êrîş bi ser Kobanê de anî, li Bakurê Kurdistanê gel li ser çalakiyên kon danîn. Pêşî li pêşberî gundê Zor Mixara kon danîn. Heta roja dawî ya berxwedanê van çalakiyan dom kir. Bi hezaran kesên Kobanê jî hatin gundê Elîşar. Di vê demê de dewleta Tirk jî ji bo ku çalakiyên destekê belav bike êrîş bi ser gel de dibir. Êrîşên dewleta Tirk tenê bi gelê Bakur re ne sînordar bû. Eniya rojhilat sînor bû û ji vir leşkerên Tirk bi karnasan çalakiyên suîkastê li dijî hêzên me dikriin.
Ji gundê Cibnê heta bi gundê Çarxilî dema ku gelek dever ketin jî gelê Bakur li ser sînor kon danî. Konên li gundê Ziyatretê li pêşberî çeteyên DAIŞ’ê hatibûn danîn eniyên me ji paş ve diparastin. Lê me dît ku li pêşberî çeteyan sekinandin zêde ne karîger e. Em fikirîn ku kon li pêşberî hev bin wê baştir be. Gelê Bakur bekçiyê sînor bû. Di dema berxwedanê de 3 çete dema ku dixwestin birevin girtin û radestî me kirin. Dema ku li pêşberî berxwedanê zor li çeteyan dibû jî sînorê Tirkiyê eniya wan a çaran bû; lê gel destûr neda êrîşên DAIŞ’ê.
Bost bi bost şer kirin
Dema ku şerê Kobanê dest pê kirî bi sedan ciwanên Bakur sînor derbas kirin û ji bo şer hatin Kobanê. Hemû jî bi giyanê fedayî bûn. Dilsozê Rêber Apo, gel û xakê bûn. Dev jê bernedan, hema hema li her gundî bost bi bost şer kirin. Niha piraniya wan ne di nav me de ne. Dema ku nû hatin zêde derfet nebûn ku em wan perwerde bikin û araziyê bi wan bidin naskirin. Tê bîra min; wê demê me komek hevalên Bakur şandin eniya paş; heval li pêş lewheyekê rawestiyabûn, ji ber ku li ser lewheyê bi Erebî nivîs hebûn nikarîbûn bixwînin, ji bo vê jî nedikarîn cihê xwe tarîf bikirana.
A ku berxwedana dîrokî ya Kobanê bir serfirazyê jî, ya girîng hevrêtiya kûr a hevalan bûn. Xwedî wêrekiyeke pir mezin bûn. Li gel ku tim mirin li ber çavê wan jî bû xwe bi hezkirina hevrêtiyê pêçan û bi ser mirinê de çûn. DAIŞ bi tangan bi ser me de dihat lê di destê me de çek nebûn ku tangan birûxînin. Bi bombeyên destan me êrîş bi ser wan de dibir. Hevalek hebû, xwestibû ku mayinê di bin tangan de deyne, ji bo vê însîyatîv girtibû. Bi komeke heval re xwe veşartibû, dema ku bûbû derengê şevê mayin di bin tangên DAIŞ’ê de danîbûn û vekişiyabûn. Tang rûxandibûn û vekişiyabûn. Hevalan bedana xwe li dijî tangan kiribûn fûze, mayin.
Her hevalek bombe ye
Hemû dinya li bara berxwedana Kobanê şaş mabû. Ji gelek welatan saziyên çapemeniyê di dema berxwedanê hatin û bi me re aixvîn. Nûçegihanek wiha pirsîbû; ‘’Şervanên wê bi keleşan çawa li dijî tangan şer dikin?’’ Min wiha gotibû, ‘’Her heval ji keleşê wêdetir bombe ne. Ew fedaiyên vê tevgerê ne. Ti caran me radestbûn qebûl nekir û em ê qebûl nekin. Li ser van xakan heta ku yek ji me hebe em ê şer bikin.’’
Dema ku şer li navenda bajêr giran bû me dayik, zaro û yixtiyan birin qadên ewle. Ji gele gelek kes derbasî aliyê dî yê sînor bûn lê piştre hemû bi erebeyên xwe ji sînor vegeriyan. Dema ku dîtin hin ji bo wan li ber xwe didin vegeriyan û me bi hev re şer kir.
Li gundê Hêlincê yê li biniya Girê Miştenûrê ku kîlometereyê dûrî navenda Kobanê bû me xendek û mayin danîbûn. DAIŞ’ê xwest ku ji vî gundî têkeviyê. Çete nêzî kemîna bûn û mayin hatin teqandin. Hewldana pêşî ya êrîşê hate pûçkirin, gelek çete hatin kuştin. Xeta Hêlincê di kontrala heval Şehîd Emîn Erkendî de bû. Hevalê Emîn li navenda bajarê Sirrînê jî şer kiribû. Ji bo li Hêlincê hevalan xilas bike di nav wê komê de bû ku çûbû wir. Piştî ku wesayita wan pê li mayina çeteyan kir şehîd bû.
Çalakiya pêşî ya fedaî ya berxwedanê
Eniya başûr a bajêr di kontrola Êrîş Kobanê û Zozan Kobanê de bû. Êrîş di qedemeya fermandariyê de bû. Nû hatibû qadê. Şer li Degîrmen, Zerik, Borêz û gundê Talikê bû. Hevalê êrîş heta bi guleya xwe ya dawî li van deran şer kir. Ji bo ku nekeve destê çeteyan bombe bi xwe de teqand û bû fedaiyê pêşî yê berxwedana Kobanê. Çalakiya Êrîş bandorke cuda çêkiribû. Bi dilsoziya bi wî hevalên ku di eniya wî de bûn gund bi gund mal bi mal derb li çeteyan xistin. Hema hema ew leheng hemû şehîd bûn.
Li Miştenûrê berxwedana bêhempa
DAIŞ’ê dixwest li Kobanê çar cihên stratejîk Girê Miştenûrê, Navenda Çandê, Avahiya Asayîşê û Deriyê Sînor ê Miştenûrê bi dest bixe. Me ji bo Miştenûrê plan danî. Şehîd Şedar, Mahmûd, Çiya û hin heval tevlî civînê bûn. Diviya hevalê Masîro jî tevlî civînê bibûya lê ji bo li eniya wî şer hebû nikarîbû bikeviyê. Hevalê Newroz jî bi komek heval re kozik qeyîm dikrin. Hin heval jî li ser Miştenûrê bûn.
Girê Miştenûrê li têketa bajê bû, Diyar bû ku li vir şerekî mezin wê derbiketa. Dema ku şer dest pê kibrî sê rojan dengê guleyan qut nebû. DAIŞ’ê hemû çekên di dest xwe de bi kar dianî. Bi taybetî jî bi guleyên tacîzê dixwest hevalê me bistirîne û wan biwestîne. Me hêzên xwe tenê li eniya ku li têketa bajêr dinerî bi cih kiribû, aliyê ku li bajêr dinerî jî vala bû. Dema u çeteyan ev rewş dîtin ji Miştenûrê ketin bajêr.
Rewş ne baş bû; gelek windahiyê me hebûn û birîndarên me jî gelek hebûn. Hesabê çeteyan ew bû ku nimêja cejnê li Kobanê bikin. Me got, ‘berdêla wê çi dibe bila bibe em nahêlin ku çete li Kobanê nimêja cejnê bikin’’. Wê rojê berxwedan heta sibehê dom kir; çete negihiştibûn armanca xwe. Vê moreleke baş dabû hevalên me.
Çeteyan nîvê Miştenûrê bi dest xistibû û vê jî kiribû ku zêdetir êrîşkar bin. Hin hevalan kozikên xwe bernedabûn. Lê ji ber ku hinan bêyî ku guleyekê jî biteqînin reviyanbû gelek hevalên ku li ber xwe dabûn ketibû dorpêçê.
Roja 20’an..
Roja 20’an a berxwedanê şer li bajê bû, DAIŞ’ê Miştenûr bi temamî bi dest xistibû. Miştenûr 5’ê Cotmehê bi temamî ketibû destê çeteyan. Vê ji hêla leşkerî ve avantejeke mezin dabû DAIŞ’ê. Miştenûr ji pozîsyona xwe ve serdestî bajêr bû. Dikarîbûn tang, hawan, obûsên xwe û hemû çekên xwe yên giran li wir bi cih bikin û bi xurtî li bajêr bixin. Wiha jî kiribûn.
Roniya hêviyê Arîn Mîrkan
Di rewşeke wiha de ku moralê her kesî xira bûbû bi carekê re Arîn Mîrkan bû ronahiye hêviyeke nû û her devera Kobanê ron kiribû û bedena xwe tarîtî ronak kiribû. Ji eniyê ta bi eniyê, ji kozikê ta bi kozikê, ji guhan derbasî guhan dibû. Dema ku çete hê nû ketin bajêr, ew rewşa wan a giyanî bi çalakiya fedayî ya Arîn Mîrkan bi carekê re guherîbû.
Bi ketina Mİştenûrê êdî şer ketibû nava bajêr. 6’ê Cotmehê ketina taxa Kaniya Kurdan ku li sînorê Bakur dinerî. Berxwedaneke kuçe bi kuçe, mal bi mal dest pê kiribû. Ji hêla başûrû rohilat ê Kobanê ve DAIŞ ketibûn beşekî bajêr, ji hêla rojava ve jî hê bi pêş neketibûn. Jixwe heta ku şerê bajêr xilas bûyî jî nekarîn ji hêla rojava ve bikevinê. Çeteyan li quntara Miştenûrê, li jora kolana 48’an tangên xwe bi cig kiribûn. Ji Miştenûrê bi hawan, obûs, tangan, bi 57’an li her devera bajêr dixistin. Dixwestin bajêr bi temamî hilweşînin.
Koma Helebê li Kobanê ye
Hema hema her roj teqwiye dihatin Kobanê. Hevalên ku nû hatin hin ji wan ji bo ku hîç tecrûbeya wan a şer nebû zû şehîd dibûn. DAIŞ jî bi endamên ku di şerê bajêr de xwedî tecrûbe bûn anîbûn Kobanê. Pir zor li me bûbû. Ji Helebê Komek heval hatibû Kobanê. Hin ji wan hevalan li Serêkaniyê di şerê bajêr de cih giribû û piştre çûbûn Helebê. Hevalên dî bi tecrûbebûn. Şehîd Agir, Şehîd Rênas, Şehîd Rizgar, Şehîd Hemza, Şehîd Xemgîn, Şehîd Cûdî, Şehîd Piling di şerê Kobanê de di demên herî dijwar de peywir û berpirsyarî giribûn û di serxistina şer de gelek para wan hebû. Pir para wan tê de hebû ku xeta parastinê li bajêr çêbibe.
Ji eniyan a ku şer lê pir giran bû enia Sûk El Hal bû. Hevalên bi tecrûbe ên ku ji Helebê hatin gelek ji wan çûne wir. Qedera wê eniyê guhartin. Gelek hevalên ku di şerê Kobanê de cih girtin, bi tecrûbe û tarzên wan taktîk hîn bûn. Bandora koma Helebê ya li berxwedanê Kobanê faktoreke wiha ye ku divê neyê jibîrkirin.
Serhildanên Cotmehê
6-7-8’ê Cotmehê serhildanê Bakurê Kurdistanê gavên şoreşê bûn. Gelê Bakurê Kurdistanê bi êrîşa bi ser Kobanê re bûne xwedî wê hişmendiyê ku xwedîderketina li Kobanê xwedîderketina li hemû gelê Kurdistanê ye. Ev hişmendiya gelê Bakur ji têkoşîn û berxwedana domdirêj a li dijî zilma dewleta Tirk a faşîst û mêtinger dihat. Ji 7 salî bigirin heta bi 70 salî gel di nav berxwedana 6-7-8’ê Cotmehê de cih girt. Nêzî 40 welatparêz di ber Kobanê de şehîd bûn.
Serhildanên 6-7-8’ê Cotmehê li dijî hişmendiya faşîst a AKP û DAIŞ’ê teqînek bû. Heke ev serhildan pêk nehata hemû dinyay wê li bara berxwedana Kobanê bêdengiya xwe bidomanda. Van serhildanan berxwedana YPG/YPJ, gerîla û gel geş kir, li dinyayê belav kir. Şoreşa ku li dinyayê belav bûyî jî serfirazî anî.
Serhildana Cotmehê li kuçeyên Rojhilat, Başûr û Rojayê Kurdistanê jî belav bû. Gelê me yê Ewropa televizyon û saziyên navdewletî dagir kirin û ji hemû dinyayê re gotin, ‘’çavê xwe ji berxwedana Kobanê re negirin’. Kurdê welatparêz, girêdayî azadiya xwe hebûna xwe di parastina Kobanê de dît.
Berxwedana Kobanê bû qadeke ku ramanên mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû çalakiya dastanî. Hêza Rêber Apo li Kobanê careke dî diyar bû. Ev hêz nîşana wê bû ku Rêber Apo gel rêxistinî kiribûn û di amedakariya azadkirina welatekî de diyar bû. Mirov dikare vê bibêje; ramanên Rêber Apo di berxwedana Kobanê de jîndar bû, veguherî çalakiyeke mezin. Ev berxwedana ku ku hêza xwe ji Rêber Apo girtî, dasteneke mezin afirand. Jinan rahiştin çek. Di pêngava tolhildana mezin de cihê xwe girtin.
Li Kobanê teknîka DAIŞ’ê zêde bû û endamên wan jî pir bûn. Baş e, çi bû ku Kobanê têk neçe? Ev nîşana çi bû? Biya min berxwedan bi xurtbûna çekê û leşkeran nabe, biz anîn, bawerî, hêvî, wêrekî û rêxistiniyê dibe. Kobanê ispata vê bû.
Li 400 deverî çalakî
Roja Kobanê ya 1’ê Mijdarê ji Ewropayê ta bi Amerîkaya Latîn li gelek deverên dinyayê bi hevdemî li 40 cihî çalakî hatin kirin. Wê demê derfeta me nebû ku em li televizyonê binerin. Hevalên li rojavayê bajêr dikarîbûn girseya li ser sînor bibînin. Bi xeta paratinê ya ku me çêkirî wê rojê me derb li çeteyan xist. Hemû hevalên me li eniyên berxwedanê bûn. Me nizanîbû ku wê rojê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hatiye ragihandin. Roja 1’ê Mijdarê telefona min lêxist. Ê li min geriyayî hevalek bû ku dema seferberiyê tevlê bûbû.
Pir bi moral bû, dengê wî pir xweş dihat. Bi wî em pê hisiyan ku berxwedana me li hemû dinyayê belav bûye û 1’ê Mijdarê bûye Rojava Kobanê ya Cîhanê. Min axaftinên di telefonê de ji hevalê xwe re got. Min got îro li hemû deverên dinyaê ji bo Kobanê meş çêbûne û 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hatiye ragihand. Heval dest bi sloganan kir. Gotin berxwedana wan berxwedan dinayê ye.
Pêngava tolhildanê ya şehîdên Kobanê
Pêngava duyemîn ya hêzên YPG/YPJ’ê ew bû ku di vê xeta parastinê de hêza xwe bidin hev. Pêngava Duyemîn 18’ê Mijdara 2014’an pêngava ‘Tolhildana Şehîdên Kobanê bû. Ev pêngav azadkirina Kobanê bû ya ku çeteyan ew dagir kiribû. Pêşî 21’ê Mijdara 2014’an piştî 14 saet şerê bê navber şerê liber Navenda Çandê encam dabûn, Navenda Çandê ji dest çeteyan hatibû rizgarkin. Piştre Meydana Azadiyê hate rizgarkirin. 25’ê Mijdarê jî derdora avahiya asayîşê û avahiya şaredariyê hatibû azadkirin. Mizgîniya pêşî ya sala nû jî rizgarkirina Mekteba Reş (Keleha Gîvara Gulalî) bû.
26’ê Çile hemû hêz hate ser hemdê xwe. 27’ê Çilê salvegera damezirandina Kantona Kobanê bû. Li gorî plansaziyan her kesî xwe hazir dikir ku heta 27’ê Çile Kobanê bi temamî ji çeteyan were paqijkirin û ji bo vê kêferateke mezin dihate kirin. Ji bo vê jî 26’ê Çile nîvro wê operasyon dest pê bikira.Heke şer giran bibûya herî dereng piştî bi rojekê diviya navend ji dest çeteyan bihata wergirtin. Her kesî bawer kiribû ku îro ev operasyon wê biqediya.
Xeyala wan hemû hevalên me yên şervan bû ku rojekê gel dîsa li Kobanê vegere, kuçeyên Kobanê dîsa bi dengê zarokan şên bibe.
Dîroka 26’ê Çile ya 2015’an li Kaniya Kurdan û li Miştenûrê alayên YPG’ê piştî berxwedana bê navbera a 134 rojan dîsa li ba dibû. Piştî berxwedana bê navber a 5 mehan êdî Kobanê azad bû. Li vî bajarî ku di dîrokê de tim wê bi berxwedanê were binavkirin êdî yek çete nemabû.
Rêber Apo têkbirina şebekeya kuştinê ya li Kobanê weke ‘destpêka têkçûnê’ şîrove kir. Bi azadbûna Kobanê re Girê Spî, Minbiç, Reqa ji DAIŞ’ê hate paqijkirin. Ev berxwedan li tevahiya Bakurê Sûriyê belav bû.