‘Berxwedana yekbûyî bilind bikin, ji faşîzmê hesab bixwazin’
HBDH: Dem dema bilindkirina şoreşa gelan-yekîtiya demokratîk û piştgiriyê ye. Berxwedana yekbûyî bilind bikin, ji faşîzmê hesa bixwazin.
HBDH: Dem dema bilindkirina şoreşa gelan-yekîtiya demokratîk û piştgiriyê ye. Berxwedana yekbûyî bilind bikin, ji faşîzmê hesa bixwazin.
Komîteya Rêveberiya Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH)bal kişand ser krîzên hêzên hegonomîk û şêwgirtina têkiliyên qirêj ên di nava hêzên emperyalîst de.
Di daxuyaniya HBDH’ê de ev tişt hate gotin:
"DYA bi dorpêçkirina Îranê, bi sînordarkirina bandora xwe ya li herêmê û bi vê rêyê dixwaze pêşiya Rûsyayê bigire; li Rojava neçare ku nêzî Kurdan bibe. Bi salan e li gel Tirkiyeyê ya di nava krîzê de ye, ji bo xwe bikar tîne, bi eşkerekirina biryara li ser sê pêşengên PKK’ê dixwaze siyaseta dengekirinê bikar bîne, hemû dewletan çavê xwe li êrîşa li ser Şengal û Mexmûrê re girtine. Destekê didin hemû dagirkeriya li Başûr, her cûre piştgiriyê dide êrîşên balafiran û firîna balafirên keşfê yên li ser herêmê. Rûsya bi hê zêdetir girêdana Tirkiyeyê ya bi xwe re, hê zêdetir nêzî têkiliyên Îran-Tirkiyeyê dibe, bandora xwe zêde dike, xirabkirina pilanên DYA’yê esas digire. Hêzên dagirker û sitatûparêz di serî de pirsgirêka Kurd naxwazin ti pirsgirêkan çareser bike, her demê neçareseriyê disepîne.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ber bi çav cihêkerî tê dîtin, encamên krîzên darayî-aborî hê zêdetir dikeve pêş çavan. Gelê me û pêşengên şoreşê bi zordariyeke faşîzan û qedexeker tên dorpêçkirin, hemû mafên hatine bidestxistin tên xestpkirin. Rolên zayendparêzî yên civakî dixwazin kûr bikin; dixwazin zayendên hejarî, polîtîkayên êrîşên zayendî yên li ser jinan dijwar bikin. Şerê mêtînger ê qirêj ê dîktaroriya faşîst, derbasî ‘derveyî sînor’ dikin, li dijî Mexmûr û Şengalê êrîşên hewayî dikin. Piştî Efrînê niha amadekariyên dagirkirina herêmên din ên Rojava tê kirin, dixwazin qirkirina Kurdan li derveyî sînor temam bikin. Tam di demeke wiha de DYA bi biryara ku wê ji Rojava derbikevin de, ev cesaretê dide dewleta Tirk.
Karker, kedkar, jin û ciwan
Em di pêvajoyeke bi zor û diwar a têkoşînê re derbas dibin. Şerê dagirker ê faşîzmê zêde dibe, tevî belavî derveyî sînor dibe jî nikarin berxwedana gelê me bifetisînin. Karker li dijî mercên kolekirinê dengê xwe bildind dikin. Ciwan bi israr çeperan bernadin. Jin li dijî serweriya mêr a faşîst serî hildide û mafê xwe yê jiyanê diparêze. Gelê Kurd, civaka Elewî di lêgerîna mafê xwe de ye, dev ji berxwedan xwe berande. Berxwedana gel bi awayekî heybetî dewam dike, rê nade êrşên dagirkeriyê. Girtiyên şoreşger li dijî tecrîdê li ber xwe didin, girtiyên welatparêz bi ketine grevên birçîbûnê yên bê dawî û bêdorveger li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bişkînin bûne bend. Bi kinahî hêrs mezin bûye. Geziyên nû, serhildan li ber derî ne. Berxwedanên xurt li pêşiya me ne.
Hemû hewldanên perçiqandin û tunekirinê, nexasim jî her ku hewldanên tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê vala derketin, faşîzm bêtir êrîşkar dibe û dixwaze êrîşên xwe di asta herêmî de bi dagirkirinan bidomîne. Wê ferzkirinên dîktatoriya faşîst ne karibe “Bi perçiqandinê helandin” ne jî karibe “bi hevdîtinê radestgirtinê” bi ser neketin û bê çareseriyê kûrtir bûn. Vê jî hişt ku lêgerînên şerê dagirkerî û mêtîngeriyê mezin bike. Dizanin ku heke statuyê bidin Kurdan, wê zemîna ku TC li ser ava bûyî biheje. Lewre krîza rejîma faşîst, ne heyamî ye qeyraneke binyadî ye. Ji ber vê bêçareserîtiyê ye ku gelek kes û derdorên “Komarhez” yan jî Kemalîst vîna xwe radestî dîktatoriya Erdogan û AKP’ya wî kirine.
Belê koalîsyona faşîst a AKP-MHP'ê tirs û bê çareseriyê mezintir dike. Ligel ku hemû erk dane Erdogan jî û dewlet li gorî vê ji nû ve hatiye vesazkirin jî krîza rejîmê hê jî naqede.
Karker, kedkar, jin, ciwan û hemû bindest; rejîma faşîst, înkarger, qirker, hemû gelên herêmê ber bi bîreke bê binî ve dehf dide. Tê zanîn ku “hilpekînên herî mezin di rewşên wiha qeyranî de pêk tên.” Koalîsyona faşîst a AKP-MHP’ê xwe dispêre dijminkirina gelanû berbelavkirina dagirkeriyê, dixwaze bingeha paşverûtiyê kûr bike. Lê belê neçarî têkçûnê ne.
Roja me ya îro êrîşên faşîzm û sermayeyê bêperwa ne. Qeyrana ku wê bandora wê kûrtir be, wê qadên jiyana karker, kedkar û jinan tengtir bike. Danîne pêşiya xwe ku fatura vê qeyranê tenê li kedkaran bibirin. Bi krîzê re hewzeyên karkeran, kargeh û atolye, şantiyeyên înşaatan û kolan mîna çiyayekî volkanîk dikelin. Kesên ku dijminatiya Kurd û Elewiyan dikin, di dijminatiya karker, kedkar, ciwan û jinan de jî sînoran nas nake.
Dem dema wê ye ku di şert û mercên krîza darayî-aborî de bi jin û mêr ve, hêrs û berteka karker, kedkar û xizanan a mezin dibe em li dijî dewleta faşîst rêxistin bikin û veguherin têkoşînê.
Dem dema wê ye ku gelê me yê kedkar ji partiyên bûrjûvayê yên vê zilmê ji wan re rewa dibînin qut bibe, li dijî koalîsyona faşîst a AKP-MHP’ê o hevparê wan partiyên paşverû û faşîst, eniya antîfaşîst, antîşoven û şoreşger ava bikin û têkoşîna xwe hevpar bikin.
Dem dema ku Kurd, Elewî kedkar û karkerên lêgerînên mafê neteweyî yên demokratîk in, kedkar, bindest, jin li dijî faşîzm û kedxwarên sermayeyê lêgerîna xwe ya hekhevî û maf û nasnameyê bi awayekî hevpar bide. dem dema ku gelên Rojava Sûriyeya Bakur destkeftiyên xwe yên şoreşgerî biparêze, li dijî hêzên dagirker ên dixwazin li herêmê şer bilind bikin bisekinin, vala derxin û yekîtiya gelan a şoreşgerî û demokratîk saz bikin û tevkariya xwe bilind bikin.
Divê teşeyên çalakiyan ên mîna grev, boykot, berxwedan, dagirkirina kargehan, grevên birçîbûnê bên pêşistin, xweparastin bê honandin û tundiya girseyî bê berbelavkirin, li meclîs û komîteyên gel de xwe rêxistin bike û têkoşîna hevpar bê bilindkirin û wisa hesab ji faşîzmê bê pirsîn! Ji bo berxwedana giştî herne pêş!”