Berxwedana ‘Mazluman’ ji bo Kerbelayê bersive

Berxwedana ‘Mazluman’ ji bo Kerbelayê bersive

Kurdên li Brîghtonê dijîn, bi wesîleya rojiya 12 meleyan roja aşûreyê organîzekirin û di bernameyê de serokê Sussex Kurdish Communîty Musa Îltemîş axivî û diyar kir ku têkoşîna kurdên li dora Tevgera Azadiya Kurd bûne yek, bersiveke mezin li dijî komkujiya Kerbelayê ye.

Kurdên li Brîghtonê dijîn, bi wesîleya rojiya 12 meleyan di roja aşûreyan ya ku Sussex Kurdish Communîty ve hat organîzekirin de hatin cem hev. Musa Îltemîş beriya belavkirina aşûreyê axaftinek kurt kir û  Meha Muharemê an got rojiya Muharemê ji aliyê Elewiyan ve wek roja şînê hatiye qebûlkrin û di vê dîrokê de li gelek cihên cuha yên cîhanê û gelek bûyerên ku mirovahiyê eleqeder dike hatiye jiyîn.  Di axaftinan de hate destnîşan kirin ku rojiya 12 meleyan, rojiyeke şîn girtinê ya ji bo bîranîna şehîdên Kerbelayê ye û ne tenê şînê, berxwedanê jî îfade dike. Agirê ku Mazluman li girtîgeha Amedê pêxist û ev agir li her derê Kurdistanê ji aliyê Tevgera Azadiya Kurd ve hate belavkirin û ev ji bo komkujiya Kerbelayê bersiva herî  baş e.

Îltemîş balkişand ser wateya aşûreya ku îro çêkirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di baweriya Elewiyan de aşûre sîmbeya bereket û jiyanê ye.  Gelek tahmên cuda tê de tên cem hev û ev jî vediguhere dewlemendiyekê.  Tehma aşûreya ku em belav dikin, tê îfadeya ku hemû gelên, baweriyên li ser van axan dijîn hev û din biparêzin û li hemberî hev rêzdar bin.

Îltemîş anî ziman ku di seranserê dîrokê de Elewî rastî zilm û neheqiyê hatine û di sed sala dawî de elewiyên ji zilma Osmaniya xilas bûn vê carê ketin bin zilman komara tirk û got: “Li Dêrsim, Çorum, Mereş, Sêwas, bûyerên Gezî de li hemberî Elewiyan bi awayekî plankirî êrîş pêk hatin.”

Piştî axaftinên hatin kirin, aşûreyê ji aliyê malbatan ve hatibû çêkirin, hat belavkirin.