Berxwedana li Strasboûrgê di roja 52'an de ye

Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a li Strasboûrgê ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, 51 roj li pey xwe hişt.

Greva birçîbûnê ya bê dem û bêdorveger a li Strasboûrgê bi 14 çalakgeran dewam dike, ku yek ji wan Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê Yuksel Koç e.

Di nava 51 rojî de bi hezaran kes ji welatên cuda yên Ewropayê hatin serdana çalakgerên greva birçîbûnê. Tevî ku rewşa wan a tenduristiyê roj bi roj nebaş dibe, çalak pêşwaziyê li mêvanan dikin.

Kurdistaniyên ji bajarên Bern, Aaraû û Zurîchê yên Swîsreyê û bajarên Hambûrg, Koln, Bremen, Kassel, Heîlbronn û Pforzheîm ên Elmanyayê, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Strasboûrgê doh serdana çalakgeran kirin.

ENDAMÊN PARTÎZAN DESTEK DAN

Komek ji endamên Partîzan, ji bo piştgiriyê bidin çalakgerên greva birçîbûnê hatin Navenda Civaka Demokratîk a Kurd. Sê endamên Partîzan ên bi navê Selahattîn, Ahmet û Arda, bi Mehmet Nîmet Sevîm ê çalakger re rûniştin û li ser çalakiyê agahî girtin.

Endamên Partîzan piştgirî dan berxwedana li dijî tecrîdê û li ser têkoşîna hevpar a gelan nêrînên xwe parve kirin.

ÇALAKGERÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA LI STRASBOÛRGÊ

Berxwedêrên ji 17'ê Kanûnê ve li Strasboûrgê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne: Parlamentera serdemên 25 û 26'an Dîlek Ocalan, siyasetmedar Mûstafa Sarikaya û Mehmet Nîmet Sevîm, nûçegihan Gulîstan Çiya Îke, akademîsyenê ji Rojhilatê Kurdistanê Kardo Bokanî, Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç, siyasetmedarê ji Başûrê Kurdistanê Mohamme Ghaderî, çalakger Denîz Surgut, Ekrem Yilmaz, Nûrgul Başaran, Ramazan Îmîr, Ayvaz Ece, Agît Ûral û Kerem Solhan.