NÛ BÛ

Berxwedana li dijî derbeya qeyûm berbelav dibe

Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê berxwedana li dijî derbeya qeyûm berbelav dibe.

PROTESTOYÊN LI DIJÎ DERBEYA QEYÛM

Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ê ku li Wanê hatibû binçavkirin, 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê birîn. Piştî biryarê li bajêr xwepêşandan dest pê kirin, bêyî navber berdewam dike. Berxwedana xelkê Colemêrgê li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê belav bû. Li Stenbol, Edene, Dersim, Îzmîr û Enqereyê bi çalakiyan derbeya qeyûm hatin protestokirin.

STENBOL

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li navçeya Ataşehîr a Stenbolê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê daxuyaniyek da. Daxuyaniya li Taxa 1’ê Gulanê hat dayîn de gelek welatî tevlî bûn. Di daxuyaniyê de bêyî naveber dirûşmeyên “Gelê Colemêrgê ne bi tenê ye”, “Şaredarî ya me ye, nayê desteserkirin”, “Em ê bi berxwedanê bi serkevin” û “Wê qeyûm biçe em ê bimînin” hatin berzkirin. Her wiha pankarta “Şaredarî yên me ne, em ê rê nedin desteserkirinê” hat hildan.

Hevserokê DEM Partî yê Ataşehîrê Mehmet Taha Denîz axivî û got: “Desthilat li dijî gel sûc dike. Desthilat bi desteserkirina şaredariyên gel, hiqûqê binpê dike. Ev jî kûmpas û dagirkerî ye. Mehmet Siddik Akiş vîna milyonan a rewa ye. Di şexsê Akiş de vîna milyonan Kurdan hatiye desteserkirin. A hatiye desteserkirin vîna Kurdan e. A hatiye desteserkirin daxwaza demokrasî û aştiyê ya gelên Tirkiyeyê ye. Demokrasî hatiye desteserkirin. Ev kûmpas û desteserkirine.”

JI HUNERMENDAN BERTEK

Meclîsa Çand û Hunerê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), li Navenda Giştî ya HDK’ê ya li navçeya Beyoglû daxuyaniyek da. Gelek hunermend, muzîkjen û şanoger tevlî daxuyaniyê bûn. Hunermenda MKM’ê dengbêj Xalîde daxuyaniya bi Kurdî û Hevseroka BEKSAV’ê Canan Kaplan jî daxuyaniya bi Tirkî xwend. Di daxuyaniyê de bertek nîşanî derbeya qeyûm hat dayîn û hate gotin: “Ev zîhniyet dijminê çand, ziman, jin, vînagelê Kurd û tevahî gelê Kurd e. Em bang li hemû demokrat, rewşenbîr, nivîskar û hunermendên xwe dikin ku ji Edîrneyê heta Colemêrgê li dijî vê helwesta faşîzan derkevin. Bêdengî hevpariye. Qeyûm dijminê hunerê ye. Qeyûm faşîzm û derbe ye.”

EDENE

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li navçeya Ceyhan a Edeneyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankartên “Şaredarî yên me ne, em rê nadin desteserkirinê” hatin hildan. Hevserokê DEM Partî yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr axivî û got: “Desthilat li dijî gel sûc dike.”

DERSIM

Li navçeya Pulur a Dersimê jî daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de Hevserokê DEM Partî yê Pulurê Hasan Akkûş axivî û got: “Şaredarî vîna me ne. Ji bo ku em şaredariyên xwe yên hatine desteserkirin paş de bigrin em ê çalakiya nobetê bidomînin.”

Li Îzmîr, Enqere, Dîlok û Mûglayê jî li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyan de pankartên “Qeyûm derbe ye”, “Şaredarî yên me ne”, “Hûn nikarin şaredariyên me desteserbikin” û “Li dijî qeyûm em di nobetê de ne” hatin hildan.

Di daxuyaniya li Îzmîrê Rêveberê Bajar ê DEM Partî Hacay Yilmaz axivî û got: “Qeyûm derbeya li dijî vîna gelê Kurd û hemû gelan e. Li hemberî vê derbeyê me li Îzmîrê dest bi nobetê kir. Em ê li hemberî vê derbeyê bêdeng nemînin.”