Berxwedana Guven a li dijî tecrîdê di roja 100'î de ye

Di ser komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê re 20 sal derbas bûn. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li dijî polîtîkaya tecrîdê ku weke rêbazeke êşkenceyê tê bikaranîn, 100 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Îro ji rojan 15'ê Sibatê ye. Beriya niha bi 20 salan, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî ya bi serkêşiya emperyalîstên rojavayî radestî dewleta Tirk hate kirin. Ev roja ku weke 'roja reş' di dil û mejiyê Kurdan de cih girt, 20 sal in tê şermezarkirin û ji bo azadiya Ocalan çalakî tên lidarxistin.

Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan dem bi dem çalakî hatin lidarxistin. Greva birçîbûnê ya dehan hezar girtiyên siyasî ya 12'ê Îlona 2012'an, derbasî asta krîtîk bû û di roja 68'an de gihaşt armanca xwe. Di encama grevê de tecrîd hatibû rakirin û Ocalan karîbû malbata xwe bibîne.

Niha jî bi heman armancê çalakiyên grevên birçîbûnê tên lidarxistin. Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê ku ji ber daxuyaniyên xwe yên li dijî êrîşên dewleta Tirk ên dagirkirina Efrînê hatibû girtin, 7'ê Mijdarê di rûniştina doza xwe de bi rêya sîstema deng û dîmen (SEGBÎS) axivî û diyar kir ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan ew dest bi greva birçîbûnê dike.

GUVEN: TECRÎD LI SER GEL TÊ FERZKIRIN

Guven bal kişand ser rewşa dadgeriya Tirk ku bi desthilatdariyê ve girêdayî ye û diyar kir ku wê li dadgehê parastinê ne. Guven biryara xwe ya ji bo destpêkirina greva birçîbûnê wiha ragihand:

"Ji xwe bi bandora perspektîfa Birêz Abdullah Ocalan min bi rengekî aktîf cihê xwe di nava siyasetê de girt. Tecrîdkirina Birêz Ocalan tecrîdkirina şexsekî nîne, tecrîdkirina gelekî ye. Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye. Ez, beşek ji vî gelî, ji bo tecrîdkirina Birêz Ocalan şermezar bikim dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dikim. Ji niha û pê ve ez ê li dadgehê parastinê nekim. Heta ku dawî li vê bêhiqûqiyê were anîn û tecrîd bê rakirin ez ê çalakiya xwe bidomînim. Pêwîstî pê hebe ez ê çalakiyê veguherînim rojiya mirinê."

BERXWEDAN PÊL BI PÊL BELAV BÛ

Guven rojek piştî vê daxuyaniyê dest bi greva birçîbûnê kir û bi biryar e ku heta encamê bigire çalakiya xwe bidomîne. Guven a ku êdî nikare bimeşe, nikare binivîsîne, nikare bixwîne, nikare temaşe bike û bi zehmetî diaxive, pêr rewşa wê giran bû û rakirin nexweşxaneyê. Lê belê tedawî qebûl nekir û vegeriya malê. Guven niha li mala xwe ya li Amedê ye û 100 roj in di greva birçîbûnê de ye. Grev birçîbûnê ji 16'ê Kanûnê û pê ve li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê belav bûn.

Piştî ku Guven dest bi çalakiyê kir, li Hewlêrê Nasir Yagiz ê HDP'yî, girtiyên siyasî yên li girtîgehan, siyasetmedarên Kurd li Strasboûrgê, Îmam Şîş li Gallerê, Hevseroka DBP'ê Sebahat Tûncel û Parlamentera berê ya HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak dest bi çalakiya grevên birçîbûnê kirin. Çalakiya ku bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir roj bi roj mezin bû. Niha 310 girtiyên siyasî li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê, bi dehan kes li welatên cuda yên Ewropayê di greva birçîbûnê de ne. Çalakî kete rojeva Kurdistan, Tirkiye û dinyayê.

'EZ XWE TECRÎDKIRÎ DIBÎNIM'

Leyla Guven di roja 4'an a çalakiya xwe de ji ANF'ê re gotibû, "Min bi îdeolojiya rizgarî û azadiya jinê ya Birêz Ocalan xwe nas kir. Lewma tecrîdkirina wî weke tecrîdkirina xwe dibînim. Bêguman nepêkane ku bi tena serê xwe pirsgirêka Kurd an jî pêkanîna tecrîdê ku kiryareke gelekî giran e çareser bikim. Lê belê bi manewiyata Zindana Amedê, mîna gêrîkên ku av dighand Hz. Îbrahîm di nava hesteke wiha de me. Çalakiyên li Zindana Amedê hatin kirin, herikîna dîrokê guherandin. Bi hurmeta li wan lehengan min dest bi vê çalakiyê kir."

QEDEXE Û CEZAYÊ DÎSÎPLÎNÊ

Dewletê destpêkê bi qedexekirinê bersiv da çalakiya Guven. Walîtiya Tirk a li Amedê 16'ê Mijdarê biryar da ku çalakiyên ji bo Guven bên lidarxistin qedexe ne. Piştre jî rêveberiya girtîgehê cezayê dîpîslînê ji bo mehekê li Leyla Guven birî. Tevî qedexeyê jî li Amed, Colemêrg, Wan, Edene û Rihayê di 17-18'ê Mijdarê de ji bo piştgiriya Guven grevên birçîbûnê yên du rojan pêk hatin. Wekî din 10 wekîlan li Meclîsê greva birçîbûnê ya ji bo du rojan kirin. Wekîlên din jî li Amed, Riha, Wan, Mêrdîn, Mersîn û Edeneyê ji bo sê rojan ketin greva birçîbûnê.

'DAYÊ: GELEK TINE TÊ DÎTIN'

Guven dema li girtîgehê di greva birçîbûnê de bû dayika wê jiyana xwe ji dest da. Tevî ku rewşa wê nebaş bû, rêveberiya girtîgehê lê ferz kir ku bi wesayita rîngê biçe merasîma cenaze. Ji ber vê yekê jî Guven nekarî tevlî merasîmê bibe û ji dayika xwe re nameyek nivîsî. Guven di nameya xwe de digot, "Dayê; gelek tine tê dîtin. Hinek ji me re dibêje, 'ya hûnê kincên me daye we li xwe bikin, ya jî hûnê tazî bimînin'. Gelê Kurd bi salan e li dijî vê ferasetê li ber xwe dide."

'BERDÊLA XWE ÇI DIBE BILA BIBE EM Ê BI SER BIKEVIN'

Guven ji mîtînga 19'ê Çileyê ya HDP'ê ya li Amedê re ku ji bo grevên birçîbûnê pêk hat nameyek şand û got, "Ev gelê berxwedêr, jin û ciwanên vîndarên azadî û demokrasiyê, wê îro jî rola xwe ya li dijî zalimên mîna Dehaqan bilîzin û berdêla xwe çi dibe bila bibe wê bi ser bikevin. Bi bawerî û îradeya xwe, em ê vê berxwedana xwe bi ser bixînin."

PLANA DEWLETÊ YA JI BO ŞIKANDINA BERXWEDANÊ

Dewleta Tirk ku berxwedana Guven û çalakgerên din ji nedîtî ve tê, daxuyaniyeke bi tenê jî heta niha nedaye û rêya diyalogê venekiriye, ji bo şikandina berxwedanê gav avêt. 12'ê Çileyê tevî ku roja Şemiyê bû birayê Ocalan Mehmet Ocalan bir Îmraliyê û kir ku 15 deqeyan hevdîtinê bike. Bi vî rengî hewl da nîşan bide ku tecrîd nîne. Lê belê Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê ev lîstika dewletê dîtin û biryar dan ku berxwedana xwe bidomînin.

Li ser vê yekê 25'ê Çileyê rûniştina darizandina Guven pêk hat. Guven û parêzerên wê tevlî rûniştinê nebû. Di vê rûniştinê de biryara berdana wê hate dayin. Guven ev biryar jî weke gaveke siyasî ji bo qedandina berxwedanê dît û got, bersiv ji daxwazên wê re nehatiye dayin, lewma ew ê greva birçîbûnê li malê dwam bike.

GUVEN NAME JI PARLAMENTA EWROPAYÊ RE ŞAND: BI ROLA XWE YA ÇÊKER RABIN

Di roja 84'an a greva birçîbûnê de Guven name ji Serokê Parlamenta Ewropayê Antonîo Tajanî, serokên komên siyasî yên li Parlamenta Ewropayê re name şand. Guven di nameyê de xwest ku li dijî tecrîdê tavilê bikevin nava hewldanan û got, "Ez bi hêvî me ku li dijî politîkayên îzolasyonê yê dewleta Tirkiye ku namzetê endamtiya YE ye, ya li ser civak û girtîgehan bihestiyar bin. Greva birçîbûnê ne daxwazekî takekesî ye. Li girtîgeh û derveyî welat bi sedan kes ketine greva birçîbûnê. Ev çalakiyên ji bo parastina gelekî mafdar e."

DAXWAZA MIN DAXWAZA CIVAKÎ YE

Guven di meha duyemîn a çalakiya xwe de bersiv da pirsên rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê û wiha got, "Yekane armanca min bidawîbûna tecrîdkirina Birêz Ocalan e. Her çalakiya ji bo Birêz Ocalan tê kirin xwedî armanceke civakî ye. Ji ber vê yekê çalakiya min di heman demê de çalakiya bi milyonan mirovî ye. Ezmûneke girîng li ber me ye. Ya em ê îradeya xwe nîşan bidin û di vê pêvajoyê de bi têkoşînê bi ser bikevin, ya jî em ê sed saleke din bisekinin. Em ê gelê xwe mehkûmî bendemayineke sed salên din nekin."

Guven a 55 salî ku 100 roj in di greva birçîbûnê de ye, tevî çalakiya xwe hewl da her kesî motîve bike, peyama xwe bigihîne her çalakiyê û li gel pirsgirêkên giran ên tenduristiyê jî bersivê dide pirsên medyayê.

Guven roja Sêşemê peyameke bi dîmen şand ji civîna koma HDP'ê ya li Meclîsê û wiha got: "Berxwedana me roj bi roj hinekî din deng vedide. Yên ku ji nedîtî ve tên jî aciz dike. Ji ber vê yekê çalakiya ku we doh li Stenbolê pêk anîn gelekî watedar bû. Bi rastî jî we nîşan dan ku şexsek 'ne zilam' e. Êdî şensê wî nîne ku bêje 'Ez ê nehêlim ku filan tişt bê kirin'. Ji ber ku li dijî gefên hatin xwarin hûn li wir bûn û we li ber xwe dan. Ez ji dil we hemûyan maçî dikim. Ez bi bawerim ku ev berxwedan wê teqez bi ser bikeve. Di vê rêyê de bêguman dibe hinek bikevin, lê belê ya girîng serketina armancê ye. Di vê mijarê de ez bi we û gelê me piştrast im. Em ê teqez bi ser bikevin. Pê bawer im ku hûn ê di vî karî de bi ser bikevin û bi hezkirin we silav dikim. Em ê teqez bi ser bikevin. Berxwedan Jiyan e hevalno!"

NEHIŞT BÊ DERMANKIRIN

Rewşa tenduristiyê ya Guven giran e. Pêr heyeteke navneteweyî serdana wê kir. Piştî serdanê rewşa tenduristiyê ya Guven girantir bû û ew rakirin nexweşxaneyeke li ser rêya Rihayê.

Leyla Guven a ku li ser hişê xwe bû, nehişt bê dermankirin. Piştî kontrolê xwest wê bişînin mala wê. Guven tedawî qebûl nekir û vegeriya mala xwe.

MEŞA JI 7 BASKAN

Berxwedana Leyla Guven li mala wê ya li Amedê dewam dike. Di roja 100'î de ye û li gel metirsiyên mezin bi biryar e ku çalakiya xwe bidomîne.

HDP'ê bi dirûşma "Di roja 100'î de bi Leyla re em tecrîdê ji holê rakin', ji Colemêrg, Wan, Qers, Îdir, Bedlîs, Agirî, Mûş, Şirnex, Mêrdîn, Sêrt, Êlih, Dersim, Çewlik, Dîlok û Rİhayê ji 7 baskên cuda dest bi meşê kir. Li her bajarî hate qedexekirin û çalakiyên HDP'ê bûn hedefa êrîşan. Tê payin ku îro saet 12'an li ber mala Leyla Guven a li taxa Bagcilar a navçeya Baglar a Amedê daxuyaniyek bê dayin.

EM Ê BI SER BIKEVIN

Guven her tim bi hêvî ye û diyar dike ku bedela xwe çi dibe bila bibe wê bi ser bikevin: "Ji ber ku daxwaza min daxwaza her kesî ye gelekî hêja ye. Nirxên hevpar hêza cewhera civakî nîşan didin. Jinên Kurd li derve ya jî hundir, li her deverê, li qdaa jiyanê ji bo parçekirina tecrîdê em ê pêşengiyê ji têkoşînê re bikin. Yên ku di vê têkoşînê de bi ser bikevin, em in."