Berxwedana berxwedêrên Gezî li girtîgehê jî dewam dike

Berxwedana berxwedêrên Gezî li girtîgehê jî dewam dike

Endamên ESP'ê yên ji ber berxwedana Parqa Gezî hatin girtin, li girtîgehên hatin bicihkirin de jî çalakiyên xwe dewam dikin. Berxwedêrên girtî her êvarê saet di 21.00'an de dirûşma "Her der Taksîm e, her der berxwedan e" piştgiriyê didin berxwedanê.

Rêveber û endamên ESP'ê yên di serdegirtinên malan ên li Stenbolê de bi sedema tevlî berxwedana Parqa Gezî bûne hatin girtin, di hundurê girtîgehan de çalakiyên xwe dewam dikin.

Girtiyên berxwedana Parqa Gezî yên li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmara Yekemîn a Tekîrdagê, her êvarê ji hucreyên xwe tevlî çalakiya "deng derxistinê" dibin. Girtî ji duh êvarê ve her roj saet di 21.00 de dirûşmên "Her der Taksîm e, her der berxwedane", "Ev destpêke, ji berxwedanê re dewam" û "Li dijî faşîzmê dest bidin hev" diqîrin.

Li gorî agahiyên ji xizmên girtiyan hatin wergirtin, girtiyên Parqa Gezî wê bi çalakiya qêrîna dirûşmeyan re silav li çalakiyên li kolanan û forûmên li her çar aliyên Tirkiyê bikin.