Bersûcê pêncemîn ê kuştina Korkmaz jî polîs sûcdar kir

Bersûcê pêncemîn ê kuştina Korkmaz jî polîs sûcdar kir

Bersûcê pêncemîn ê Alî Îsmaîl Korkmaz ê li Eskîşehîrê di dema çalakiyên Parka Geziyê de bi lêdanê hat kuştin, girtin û xistin girtîgehê. Bersûc Efraîm Farlar di îfadeya xwe de polîs sûcdar kir.

Piştî ku dîmenê kameraya li cihê bûyerê yê hatibû jêbikirn li labartûvara krîmînal a jendermeyan ji nû ve hat peydakirin, bersûcên kuştina Alî Îsmaîl Korkmaz yek bi yek derketin holê.

Piştî girtina polîs M.S. xwediyê firnê Î.K. û xebatkarên firnê R.K. û M.V. yên diyar bûn bi daran li Alî Îsmaîl xistin hatin girtin, bersûcê pêncemîn Efraîm Farlar ê 20 salî jî hat girtin. Farlar li navçeya Konya Yûnakê hat girtin û ew anîn Eskîşehîrê. Farlar di îfadeya xwe ya li dadgehê de got, "Di şeva bûyerê de ez çûm serdana hevalên xwe yên li kêleka firnê. Polîsan, bang li me kirin ku wî kesê ji polîsan direve, bisekinînin. Li ser vê daxwaza polîsan, me jî ew kes sekinandin. Dema ew kes mir, min fêm kir ku Alî Îsmaîl Korkmaz e. Min li vî kesî nexist."

Farlar ê hat girtin, li Girtîgeha Tîpa H ya Eskîşehîrê hat bicihkirin.